Doza Panzêrê tenê 30 saniye berdewam kir 2019-02-14 11:57:11   ŞIRNEX - Danişîna 7'emîn a doza Yildirim ên birayên hev ku di bin panzêrê de man hat dîtin. Ji bo rapora tespîta der barê berpirsan de hat xwestin ne amade bû danişîn hat taloqkirin.    Li navçeya Silopî ya Şirnexê di 3'ê gulana 2017'an de polîsan bi panzêrê li malekê xist û Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) ên birayê hev di bin de jiyana xwe ji dest dan. Danişîna 7'emîn a doza der barê ajokarê panzêrê de polîs Omer Yigît û amirê polîsan Murat Maden de hat vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat dîtin.    Ji her du polîsan re ji sûcê "bi qisûr bûne sedemê mirina ji kesek zêdetir a gelek kesan" ji 2 salan heta 15 salan cezayê hepsê tê xwestin. Di danişînê de bavê Yildirim ên birayê hev Mesût Yildirim û parêzerên wan û her wiha polîsê bersûc Murat Maden amade bûn.    Heyeta dadgehê li benda rapora tespîta der barê berpirsan de tê amadekirin bû, lê ji ber rapor ne amade bû danişînê dîsa taloq kir.    Danişîn nêzî 30 saniye domand û taloqî 2'ê gulanê hat kirin. Danişîna beriya niha jî pir kurt dom kiribû û hatibû taloqkirin.