‘Em ê DDB’ê ji bo li gorî berpirsiyariya xwe tevbigere bidin zorê’ 2019-02-14 09:15:21   ENQERE - Yek ji parêzerên dosya Cizîrê Ramazan Demîr diyar kir ku DMME, DDB’ê dide pêş û ji berpisryariyên xwe direve û DDB ev du sale ji bo dosyayên Cizîrê tu tiştek nekiriye û got wê daxwaz bikin ku bila demildest biryarê bidin. Ramazan wiha got: “Em ê zorê li DDB’ê bikin ku li gorî krîterên ku DMME’ê di dosyayên wek vê de pêk anîye, tevbigere. Li gorî encamê, tê de çûyîna DMME’ê jî heye em ê hemû rêbazan binirxînin.”   Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), der barê 137 kesên di 7’ê Sibata 2016’an de di bodrumên Cizîrê de ku di qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de hatin şewitandin û qetilkirin de biryara xwe aşkera kir. DMME’ê di her du serlêdanan de jî bi hinceta ku ‘riyên hiqûqa hundir têk neçûne’ biryara ‘nayê qebûlkirin’ da.   Ji parêzerên dosya Cizîrê Ramazan Demîr diyar kir ku biryar û nêzîkatiya dawî ya DMME’ê ya der barê Tirkiyeyê de, xeyalên xwediyên maf têk birine û li dijî daraza Tirkiyeyê jî bê parastin hiştiye. Ramazan wiha got: “Di biryara Cizîrê de wek em dibînin, du endamên Dadgeha Destura Bingehîn ji aliyê serokomar ve hatiye tayînkirin û yek xizmê wî ye û yekê din jî parlamenberê berê yê AKP’ê ye. Ev jî tê vê wateyê ku binpêkirinên mafan yên pir giran ji ser xwe avêtiye.”   ‘Em hîn bêtir çawa îfade bikin ku DDB’ê bi aliye’   Ramazan daxuyakirin ku parêzeran dosya Cizîrê bi taybet amade kirine û tevî hemû girtin û tehdîdan dosya heta îro anîne û got: “Em hîna çawa îfade bikin ku DDB ketiye bin lepê polîtîkayên hikûmeta AKP’ê? Di dosyayan de hêzên ewlehiyê û hikûmet bi alî tevdigere. DDB jî bêguman ji biryarên ku hikûmetê nerehet dike, direve. Ji ber vê jî me bi awayekî baş îfade kir ku riya hiqûqa hundir ji me re nemaye.   ‘DMME ji berpirsyariya xwe revyaye’   Ramazan dest nîşan kir ku di dema qedexeyê de serlêdanên ji bo tedbîra birîndaran li DMME’ê hatiye kirin, hatibûn qetilkirin, lê 3 sal şûnde dosya ji DBB’ê re şandiye û ev jî dide nîşandan ku vegotinek wê ya mantiqî û wijdanî tune. Ramazan ev tişt bi lêv kir: “Heman serlêdan li DBB’ê jî hat kirin, lê hîna li ber wan tên sekinandin. Bêpergalî û bêdaxwaza xwe danî holê. Ev jî dibe sedema lêpirsînkirina xwe. Divê ev jî bê îfadekirin; DMME’ê negotiye ‘we çima serî li DBB’ê neda, we riya hiqûqa hundir neqedandine?ji ber vê red dikim.’ Em ê zorê li DDB’ê bikin ku li gorî krîterên ku DMME’ê di dosyayên wek vê de pêk anîye, tevbigere. Li gorî encamê, têde çûyîna DMME’ê jî heye em ê hemû rêbazan binirxînin.”