Derbarê Leyla Guven de biryara anîna bi zorê 2019-02-08 13:44:11   Şehriban Aslan    AMED - Derbarê Leyla Guven a ku ev 93 roj in di greva birçîbûnê de ye bi idiaya "propagandaya rêxistinê" idianameyek nû tê amadekirin. Her wiha li 5'emîn Dadgeha Cezeyê Giran a Rihayê doz hat vekirin. Parêzer Reyhan Yalçindag anî ziman ku ev skandal e û got ku di heman demê de derbarê Leyla Guven de biryara anîna bi zorê jî hatiye dayin.    Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 93'an. Derbarê Leyla Guven de ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezeyê Giran a Rihayê dozek nû hat vekirin. Ji ber ku Leyla Guven di sala 2017'an de li Gundê Amarayê yê Navçeya Xelfetiya Rihayê ji bo rojbûna Abdullah Ocalan axivîye ev wekî "propagandaya rêxistinê" hatiye qebulkirin û derbarê vê yekê de idianame hatiye amadekirin.    Ne tenê derbarê Leyla Guven de di heman demê de di derbarê birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û di derbarê xwişka Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan de jî idianame hatiye amadekirin.   Sûc e ku wêneyê birayê wî li ba wî be!   Di idianameyê de gotina Leyla Guven a "Heta Ocalan azad bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin, ji bo hemûyan serkeftin" wekî "propagandaya rêxistinê" hat nîşandan. Her wiha posterê Abdullah Ocalan ê li mala Mehmet Ocalan jî di idianameyê de wekî "propagandaya rêxistinê" hat nîşandan.    Parêzer Reyhan Yalçindag anî ziman ku ji ber ku Leyla Guven parlamenter e û destnedayina wê heye li dozgeriyê lêpirsin nikare wergere idianemeyê û ancax fezleke bê amadekirin û bişinin meclîsê.