Ji Gulser Yildirim re 18 sal ceza hat xwestin 2019-02-01 14:55:02   MÊRDÎN - Ji bo Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim bi hinceta axaftinên wê yên salên di navbera 2012-2016’an de doz hat vekirin. Di daneşîna 10'emîn a dozê ku hat dîtin de ji bo Gulserê heta18 sal û 3 mehan ceza hat xwestin.   Di derbarê Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim de di salên navbera 2012-2016’an de ji ber axaftinên ku kiribû 8 fezleke hatibûn amadekirin û 10’emîn rûniştina doza wê li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Gulser Yildirim ji ber ku SEGBÎS’ê red kir tevlî dozê nebû û parêzerên wê di rûniştina dozê de amade bûn.   Ji 7 fezlekeyan ceza hat xwestin   Piştî tespîtkirina nasnameyan dozê destpê kir û heyeta dadgehê di derbarê Gulser de mutala da. Makamê Îdiayê ku diyar kir ji van fezlekeyan yek jê  tevli mijarê nehatiye kirin, got ku fezlekeyên bi hejmara, 1, 3, 4, 5, 6, 7 de axaftinên ku hatine kirin destnedana kusiyê nadin nav xwe. Makamê îdiayê xwest ku Gulserê ji fezlekeyên bi hejmara 1, 2,3,5 û 6'an bi îdaya "propagandaya rêxistinê kiriye" bê cezakirin û xwest ku ji fezlekeyên bi hejmar 3 û 7 jî bi îdaya "gel li hev sor kirine û gel tehrîk kirine" bi cezayê girtîgehê bê  cezakirin.    Heyeta dadgehê derbarê Gulser Yıldırım bi giştî 18 sal û 3 meh cezayê girtîgehê xwest.   Piştî mutalayê parêzerê Yildirim, Erdal Kuzu parastina miwekîla xwe kir û got: “Heke vê axaftinê ne siyasetmederek ji HDP’ê bikira û ku siyasetmederek AKP’yî bikira we dê ev ceza nedayê û dê ji xwe nehata darizandin jî. Cudakarî li vir tê kirin. Nebin dadgerên dewletê û desthilatdariyê bibin dadgerên gel. Em dixwazin miwekîla me bê berdan û beratkirin.”   ‘Cudahî mijara axaftinê ye’   Parêzêrê Gulser, Erdal Kuzu anî ziman ku fezlekeyên muwekila wî kiriye hemû ji ber siyasetmedar bûye kiriye û wiha got: “Van axaftinan HDP’yîyek na jî yekî AKP’yî bikira dê nehata darizandin. Cudahî mijara axaftinê ye.”   ‘Ev bi tenê darizandinekî siyasî ye’   Erdal, di berdewama axaftina xwe de mînaka di salên 2013 û 2015’ab de parlementerên AKP, rêvebir û Sserokkomar Recep Tayîn Erdogan  di derbarê gotinên PKK û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîşan da û wiha bi lêv kir: “Ev hemû ji ber desthilatdarin ew kes nhatin darizandin. Gotinên muwekilê min  ger propagan da ye, propagandayên wan zêdetir xirabin. Lewra jî em di serî de dibînin ku ev bi tenê darizandinekî siyasî ye û em xemgînin. Ji ber ku daraz ketiye vî rewşê em gellek xemgînin. Em ne darazin, divê em dadgeriyê bikin. Ev gotinên wê bi nasnameya siyasetmedarê hat gotin duh sûc nîbû îro sûc tê nişandan. Em biryara beraara muwekîlê xwe dixwazin. Ev di runiştina doza dinê de dixwazin ku ew bûnin tevlî dozê bikin.”   ‘Cudahî dikin navbera HDP’yîyan’   Parêzer Azad Yildirim jî diyar kir ku di her rûniştina dozê de heman gotin tên dubarekirin û bi lêv kir ku darizandina tê kirin bêhiqûqiyek e.   Heyeta dadgehê jî xwest Yildirim di danişînek din de li salona danişînê amade be û doz taloqî 4’ê adarê kir.