Dadgeha îfadeya jinê esas negirt mêrekî din bêceza hişt 2019-01-28 09:10:07   Şehrîban Aslan   AMED - Jina bi navê S.O ya ji bo dermankirinê çû Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî ji aliyê doktor Hakan E. ve rastî tacîza zayendî hat. Piştî bûyer çû darazê li 13’emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê doz hat vekirin û heyeta dadgehê îdia kir ku îfadeya jinê kêm e û mêrê gumanbar berat kir.   Di 31’ê Tîrmeha 2018’an de jina bi navê S.O ji bo dermankirinê çû Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî. S.O diyar kir ku ji bo dermankirinê çûye odeya doktor Hakan E. û Hakan E. ew biriye beşa dermankirinê, perde girtiye û li hember wê tacîza zeyendî pêk aniye. S.O bi lêv kir ku ew qêriyaye û Hakan E. ji wê re gotiye ‘bêdeng be ferz bike tiştek wisa nebûye’. S.O ev di îfadeya xwe ya emniyetê de jî anî ziman. Hakan E. jî îfade da Serdozgeriya Komarê ya Amedê û der barê wî de li 13’emîn Dadgeha Asliyeyê doz hat vekirin.   Lê di biryara dadgehê ya bi hincet de hat dîtin ku îfadeya jinê carek din esas nehatiye girtin. S.O di îfadeya xwe de wiha got: “Ez çûm beşa serwîsa lezgîn a Selahaddîn Eyyubî. Ez şandim beşa enfeksyonê. Ez bi kurê xwe re çûm odeya doktorê gumanbar. Min derman û tahlîl nîşan da. Ji min re got ‘ ji masa min dûr bikeve’ û got tu bi kê re hatiye. Min jî got ez bi kurê xwe re hatime. Ez birim muayeneyê. Kurê min derxist derve. Lê teşeyê dermankirina wî bi min şaş hat. Ez qêriyam û derketim derve. Kesî mudaxale nekir. Min ji rêveberiya nexweşxaneyê re jî gilî kir. Ez gumanbar gilî dikim. Dixwazim tevlî dozê bibim.”    Hakan E. jî got tenduristiya rih û mêjiyê wî di cih de ye û got ew xwedî pîşeyeke bilind e û bi kariyer e û got ew di vê rewşê de li derve bi her awayî derfetê wî yên ku daxwazên xwe yên zayendî bîne cih heye û bi vî awayî jî îstîsmara zayendî rewa kir.   Şahid R. Y jî got doktor stetoskop xwesetiye û wê jî biriye û got wê qêrîn bihistiye.   Dadgehê der barê Hakan E. de bi hinceta îfade kêm in biryara beratê da. Parêzerê S.O got wê biryarê bişîne îstînafa Dadgeha Adliyeyê ya Herêma Dîlokê.