Leyla Guven hat tahliyekirin 2019-01-25 10:14:49   AMED - Leyla Guven a ku 79 roj bû li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger de bû bi şertê ku dernekeve derveyî welêt hat tahliyekirin.   Daneşîna Doza Hevseroka Kongerya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 79 roj bû di greva birçîbûnê de bû li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di daneşîna hat kirin de Leyla û parêzerên xwe tevli nebûn.   Makamê îdiayê derbarê mijarê de nêrîna xwe aşkera kir û xwest ku rewşa girtî ya Leylayê berdewam bike.   Piştî navbereke kurt ku hat dayîn heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir: Dadgehê bi şertê ku Leyla dernekeve dervê welêt biryar da ku bê tehliyekirin.