Îfadeyên şahidan cuda derbasî girtekên dozgeriyê kirin 2019-01-23 09:06:28   ŞIRNEX - Latîfe Tutug di qedexeyên derketina derve ya Sîlopiyayê de jiyana xwe ji dest dabû. Di dosyaya lêpirsîna wê de îfadeya şahid a weke ‘du kesên rûyê wan vekirî’ wek ‘du kesên rûyê wan girtî û çekdar’ derbasî qeydên dozgeriyê bûn.   Li Şirnex û navçeyên wê di qedexeyên derketina derve de kesên jiyana xwe ji dest dabûn der barê wan de dosya û lêpirsîn hatin vekirin û yek bi yek tên girtin. Di du qedexeyên li Sîlopiyayê hatin îlankirin de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan. Yek ji kesên li navçeyê jiyana xwe ji dest da Latîfe Tutug a 22 salî ye. Latîfe li taxa Yeşîltepe dema ji kolanê derbasî alî din dibû bi guleyên îsabetê bedena wê kirin jiyana xwe ji dest da û îfadeyên şahidên di dosyaya lêpirsîna wê de yên weke ‘du kesên rûyê wan vekirî’ wek ‘ du kesên rûyê wan girtî û çekdar’ derbasî girtekên dozgeriyê bûn.   Li gorî îfadeyên şadiyan Latîfe bi du guleyan birîndar bûye û piştî rakirin nexweşxaneyê, 10 deqe şûnde jiyana xwe ji dest daye. Piştî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Sîlopiyayê doza cemawerî vekir û di dosya hat amadekirin de jî bûyer wek ‘kiryar nediyar’ hat bicihkirin.   Îfadeyên şahidan û girtekên dozgeriyê ketin nakoqiyê   Tevî ku dema bûyer hatiye jiyîn qeyda kamera tanqê vekiribû jî di dosyayê de der barê bûyerê de dîmen û wêne nehatin dîtin. Di dosyayê de tê gotin li pişt barîkatê çend kes hebûne û der barê Latîfê de jî îfadeya ‘Di dema bûyerê de kesa jiyana xwe ji dest daye fistanê kesk li xwe kiriye û serê wê girtî bûye û bi kesên li wir re axiviye’ cih girt.   Îfadeya şahidan guhertin!   Latîfe piştî birîndar dibe, ji aliyê şêniyên taxê ve bi wesayîtekê dibin nexweşxaneyê û di îfadeya ku xwediyê wesayîtê daye de wiha gotibû ‘Ez li Îpekyolu di rê de diçûm. Em hatin kolana 50’emîn du kesên rûyê wan vekirî got bisekinin. Gotin wesayît ji wan re pêwist e û birîndar heye. Me jî wesayît da wan. Der barê bûyerê de kesî gilî nakim.’   Îfadeya li emniyetê ku ji M.S.T û birayê wî ya weke ‘rûyê wan vekirî bû’ hatibû girtin wek ‘du kesên rûyê wan vekirî’ wek ‘du kesên ruyê wan girtî û çekdar’ derbasî qeydên dozgeriyê bûn.   Serdozgeriya Komarê ya Sîlopiyayê der barê lêpirsînê de biryara têr nake hat dayîn û aqûbeta dosyayê jî nayê zanîn.