Dadgehê kujerê Mazlum Tekîn ceza nekir û xelat kir 2019-01-18 13:36:57   MÊRDÎN -Tevî ku dozger xwest polîs Suleyman Esenboga yê Mazlum Tekîn ê 16 salî li Qoserê kuşt bi cezayê muebetê bê cezakirin jî lê dadger daxwaza dozger red kir û salek 10 meh û 15 roj ceza da Suleyman Esenboga û ceza taloq kir.    Di 28’ê tebaxa 2015’an de li navçeya Qosera Mêrdînê bi îdiaya guh nedaye “hişyariya raweste” ya polîsan Mazlum Tekîn ê 16 salî bi guleya polîsan hat kuştin. Der barê kuştina Tekîn de doz hat vekirin û polîs Suleyman Esenboga bi sûcdariya “Bi qestî kuştin” tê darizandin. Danişîna biryara dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Suleyman Esenboga yê li Mêrsînê polîsiyê dike bi rêya dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû.    Parêzerên malbata Mazlum Tekîn di danişînê de amade bûn. Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Pişt re dozger (meqamê îdiayê) mafê axaftinê wergirt.    Dozger muebet xwest    Dozger mutalaya xwe ya danişîna beriya niha dubare kir û diyar kir ku ji ber polîs  “bi qestî kes kuştiye” divê bi cezayê muebetê bê cezakirin. Her wiha dozger xwest polîs Suleyman Esenboga bi hukumxwarinê re jî bê girtin.    Parêzerên malbatê Erdal Kuzu û Ziya Bagî li dijî mutalayê mafê axaftinê girtin û diyar kirin ku ew beşek mutalayê qebûl nakin û xwestin bersûc bê cezakirin.    Polîsê bersûc Mazlûm sucdar derxist   Polîs Suleyman Esenboga jî xwe di danişînê de parast û got “ez li gorî qanûnê tevgeriyam” û Mazlum Tekîn sûcdar kir.    Ceza du caran kêm kirin    Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir û ji sûcê “bû sedemê mirina biqisûr” 3 sal ceza da bersûc. Lê bes ji vî cezayî jî bi sedema “ne bi qest pêk hatiye” ji 4 çaran yekê jê daxist û ceza anî ser 2 sal û 3 mehan. Her wiha dadgehê bi hêceta “halê baş” ê bersûc a di danişînê de ceza anî ser salek 10 meh û 15 rojan û ew ceza jî hat taloqkirin.    'Jiyana kurdan ji bo wan ne girîng e'   Parêzerê malbatê Erdal Kuzu ji ajansa me Mezopotamyayê re têkildarî biryara dadgehê axivî û got: “Necezakirina esker û polîsan ku sûc dikin bi vê biryarê re carek din derket holê. Her ku biryara der barê van kesan de wisa bidome dê jiyana welatiyên sivîl di bin tehdîtê de be. Bi vê biryarê re carek din derket holê ku canê kurdan bi qasî mirîşkekê ne girîng e. Tiştekî em ê ji vê biryarê re bêjin nabînin. Ya rast dadgehê me şaş nehişt. Berê çawa polîtîkaya bêcezakirinê pêk dihat niha jî heman biryarên necezakirinê tên dayîn. Dadgehê bi paş de xistina hukum kir ku em nikarin serî li dadgeha îstînafê jî bidin. Niha tişta ku em bi tenê dikarin bikin serî li dadgeha bilindtir bixin û em ê îtîraza xwe bixin.”