Fîgen Yuksekdag: Baweriya min ji edaleta sîstema heyî tune ye 2019-01-16 13:44:33   ENQERE - Danişîna doza darizandin Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag dest pê kir. Yuksekdag, di parastina kir de wiha got: “Ez çalakiyên greva birçîbûn û Leyla Guven silav dikim. Divê hemû dînamîkên têkoşîna civakî û welat parêz, hewl bidin ku em ji vê cehenemê derbikevin.”   Danişîna doza darizandina Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya berê Fîgen Yuksekdag  li 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dest pê kirin. Di îdîanameya 92 du sayfe de Yuksekdag bi îdîaya “Rêveberiya rêxistinê” tê sûcdar kirin û 83 sal cezayê girtîgehê jê re tê xistin.     Nûnerên gelek partiyan ên xwestin danişîna Fîgen bişopînin,  di saetên serê sibê de hatin salona dadgehê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê. Dîsan Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, Alîkarê Hevserokên Giştî Mûrat Çepnî, Berdevka Meclîsa Jinan Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Berdevkê Partiyê Sarûhan Olûç, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şennoglu û Parlementerê Partiya Çep a Alman Hakan Taş jî beşdarî danişînê bûn.   Şandeya dadgehê, ji bo şopandina danişînê kotaya 45 kesan diyar kir û nûnerên gelek partiyan negirt salona danişînê. Fîgen, ji Girtîgeha Kandira beşdarî danişînê bû û di parastina kir de, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberêd PKK’ê Abdullah Ocalan daye dest pê kirin.    Fîgen ev tişt gotin: “Di şert û mercên îro de, em siyasetmedar gihane asta pêvajoyek krîtîk û em di ferqa vê dene. Me bi dehan cara got ku divê pêvajo neyê vê astê. Bi taybetî me  ji desthilatdariyê got, ‘hûn Tirkiyeyê ber bi krîzekê ve dibin.’ Dozên me jî parçeyekê vê operasyonê ne. Tu hêviya me ji edaletê nîne, lê divê hemû dînamîkên têkoşîna civakî û welat parêz, hewl bidin ku em ji vê cehenemê derbikevin. Îro siyasetmedar israra xwe ya di têkoşîna aştî û demokrasiyê de berdewam dikin. Leyla Guven 70’î rojin li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê deye. Ji ku dîsan pêşiya pêvajoya demokratîk ve benda xwe ji birçîbûnê re razandiye.     Lê parazvanên siyaseta demokratîk dinava çar dîwaran dene. Leyla Guven parlementerê vî welatiye. Leyla ji aliyê desthilatdariya siyasî ve hatiye hepiskirin û bi destê saziya darazê ber bi mirinê ve tê birin. Ne tenê Leyla, gelek girtiyên siyasî, ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene. Di heman demê Sabahat Tuncel û Selma Irmak ên em gel hev jî dimînin dest bi greva birçîbûnê kirin. Ez vê têkoşîna hevalên xwe yên silav dikim.”   Parastina Figen Yuksekdag berdewam dike.