Zaroka ensest vegot ji wargehê hat girtin û dan malbatê 2019-01-15 09:10:01   AMED - Li bajaroka Çarikli a Sûrê ya Amedê mêrên bi navê Fîkret E û Turan E. ji malbata xwe zaroka bi navê D.T îstîsmar kirin û her du kes tevî ku ji sûcê îstîsmarê dihatin darizandin jî hatin berdan. Her wiha dadgehê îfadeyên zarokê esas negirtin û zaroka li wargeha girêdayî Wezareta Xizmetên Civakî, Malbatî û Xebatê hat bicihkirin, ji wir hat girtin û dan malbatê.   Li bajaroka Çarikli ya Surê zaroka bi navê D.T ji aliyê kesên ji malbata wê yên bi navê Fîkret E û Turan E ve rastî îstîsmara zayendî hat. Piştî zarokê bûyer ji mamosteyê xwe re got bûyer derket holê. Zarokê got di dîrokên cuda de ji aliyê Fîkret E û birayê wê Tura E û ji malbatê du kesên din ew îstîsmar kiriye.    Zarokê diyar kir ku wê telefonê 155’an kiriye û ji wan re gotine ‘ji kesekî bi we bawer dike re vebêjin û pişt re dîsa serlêdanê bikin’. Li ser vegotinên zarokê îdareya dibistanê agahî da polîsan û malbata zarokê bi ser dibistanê de girtin, mamoste tehdîd kirin.   Mêrên gumanbar hatin berdan   Piştî polîsan agahî girtin zarok birin Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) û Fîkret E û Turan E hatin binçavkirin û bi şerta kontrola edlî hatin berdan. Zarok jî li wargehê hat bicihkirin.   Dozgeriya Komarê ya Amedê îdianame amade kir û îdianame ji aliyê Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Di 16’ê cotmeha 2018’an de gumanbar derketin pêşberî dadger.   Zarokê îfade kişand, ji wargehê hat girtin   Gumanbaran sûcdarî red kirin û zarokê jî îfadeya xwe ya berê paş de kişand. Derket holê ku zarok ji wargehê hatiye girtin û radestî malbatê hatiye kirin.