ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2024'AN
- 09:00 16 Çile 2025
- Rojev
* Hevseroka SES'ê ya Hatayê derûnînas Nîlgun Aşkar, derbarê rewşa mexdûrên erdhejê de wiha got: "Kêmbûna nepenî û ewlehiyê li bajarên konteyniran, li gel nebûna mekanîzmayên ji bo serlêdana jinan, pirsgirêkên civakî û bi taybetî yên jinê kûrtir dike." BI DÎMEN
*Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê Hediye Guneş Zenger da zanîn ku pirtûkxana Berhemên Jinan ya bin bana şaredariyê de hatiye vekirin, ne tenê pirûkxaneye, dixwazin vê veguherin Navenda Hafizeyê. BI DÎMEN
*Binevş Agal bi berxwedana ku li pey xwe hişt agirê têkoşîna bi hezaran jinan pêxist û di bîranîna gelê Botanê de şopek nemir hişt. Abdullah Ocalan di nirxandina xwe ya der barê wê de got "Ew bi qasî li çiyan hat li mirovan jî hat" û diyar kir ku Binevş Agal ne tenê bi têkoşîna xwe ya fizîkî, bi girêdana xwe ya bi gel re jî kesayeteke ku nayê jibîrkirinê ye.
*Meryema Aslan derbarê êrişên li hember Rojava axivî û got êriş li hemberî modela jiyana hatiye avakirinê ye û got: “Jin û zarok di hedefê de ne. Jin ji ber daxwaza azadî û fikrên xwe bi xetereyek cidî re rû bi rû ne.” BI DÎMEN
*Ligel êrişên li hember Bendava Tirşînê û konvoya welatiyan berxwedana gel didome. Jinên ku nobetê digirin diyar kirin ku dê bi rûhê berxwedana 19'ê Tîrmehê têkoşîna xwe bidomînin. BI DÎMEN