Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê pirtûka xwe îmze kir

  • 16:08 15 Çile 2025
  • Çand û Huner
 
ŞIRNEX – Helbestvan û nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê di bernameya îmzekirina pirtûka xwe ya bi navê "Dema Tu Çûyî" de bi xwînerên xwe re hat cem hev.
 
 Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê helbestvan û nivîskar Leyla Saraç di roja îmzekirina pirtûka xwe ya bi navê "Dema Tu Çûyî" de bi xwînerên xwe re hat cem hev. Bernameya li avahiya DEM Partiyê ya Cizîrê pêk hat û gelek welatî beşdarî bernameyê bûn.
 
 Nivîskar Herdem Merwanî moderatoriya bernameyê kir û axaftineke kurt kir. Herdem Merwanî bal kişand ser cezayê darvekirinê yê ku ji bo rojnameger û parêzvana mafên mirovan Pexşan Ezîzî ku rejîma Îranê lê biriye û wiha got: "Pêwîste em li her qadê dengê xwe li dijî cezayê darvekirinê bilind bikin. Cezayê darvekirina Pexşan Ezîzî, cezayê darvekirina hemû kurdan e."