Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
- 13:44 15 Çile 2025
- Rojane
ENQERE - Ji Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder diyar kir ku ji bo çûna Îmraliyê ew ê di demekî herî nêz de serlêdanê bikin.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç diyar kir ku Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo çûna Girava Îmraliyê serlêdan nekiriye. Yilmaz Tunç, pirsên rojnamegeran bersivand û wiha got: “Ji bo hevdîtina duyemîn heta niha tu daxwaz nehatine kirin. Heke daxwaz çêbibe em ê li gorî wê bersivê bidin.”
Ji Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder jî têkildarî mijarê wiha got: “Ji bo hefteya pêş em ê di demekî herî nêz de serlêdanê bikin.”