Xwendekarên Navenda Jiyana Berastengdaran tu astengan nas nakin!

  • 11:29 19 Îlon 2024
  • Rojane
 
AMED - Xwendekarên li Navenda Jiyana Berastengdaran a taxa Huzurevelerî ya girêdayî Şaredariya Peyasê ku  perwerdehiyê dibînin, bi xebatên giyanî, derûnî û hestyarî re di warê pêşveçûnê de jî pêşketinek e berbiçav bi dest dixin.
 
Xwendekarên li Navenda Jiyana Berastengdarann a taxa Huzurevelerî ya ku di bin banê Gerînendetiya Çand û Hûnerê ya Karên Civakî a girêdayî Şaredariya Peyasê de perwerdehiyê dibînin, bi xebatên giyanî, derûnî û hestyarî re di warê pêşveçûnê de pêşketinek e berbiçav bi dest dixin. Li navendê, di heman demê de bi çarçoveya çêkirina xwarinê re perwerdehiya çêkirina kek û cûreyên kekê têne dayîn. Ku bi çêkirina van cûreyan re xwendakarên berastengdar gelekî kêfxweş bûn.
 
Di daxuyaniya ji alî Navenda Jiyana Berastengdaran a taxa Huzurevelerî ve hat dayîn de, gotin: “Xebatên bi vî rengî yên civakî ji bo perwerdehiya xwendekarên me yên berastengdaran di warê pêşxistina şarezayiya wan de pêşkeve û ya herî girîng jî bi xwebawerî bi wan re peyda bibe, bidome.”