ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2024'AN

  • 09:00 19 Îlon 2024
  • Rojev
 
*Aktîvîsta mafê mirovan Hatîce Kapusuz, der barê negirtina daneyên der bê zarokên winda yên ji aliyê TUÎK’ê û zêdebûna hejmara destdirêjiya li zarokan tê kirin nirxand. Hatîceyê wiha got: “Nêzîkatiyeke îdareya cemawerî ya ku pirsgirêkê vedişêre û ji ser vê îtîbara xwe diparêze heye. Em behsa dewleteke ku daneyên xwe nagirin, polîtîkyan nafirîne dikin.” DÎMEN HEYE 
 
* Jinên Efrînê yên ku bi darê zorê koçber bûn û li dijî êrişan berxwedana wan dewam dikin wiha gotin:" Çi dibe bila bibe em dest ji axa xwe û warê xwe bernadin û bi carekê em li dijî dijmin teslîmkariyê napejirînin. Divê saziyên navdewletî ku banga parastina mafê mirovan dikin xwedî li erka xwe derkevin û ji bêdengiyê xwe rizgar bikin." DÎMEN HEYE 
 
*Prof. Kariane Westrheim, ya ku bi sedan îmze û name ji saziyên navneteweyî re şand û bersivên wê girt, anî ziman ku tecrîd heye û sazî di çalakiyên xwe de kêm in. Kariane got:" Saziyên mezin ên wekî YE an jî Konseya Ewropayê divê bêjin 'we mafên mirovan binpê kiriye, encamên wê jî ev in lê di pratîkê de tu encam der barê binpêkirinên Tirkiyeyê de nîne." DÎMEN HEYE