Li Peyasê li Qadên Kêrnehatî bi Daran tên dagirtin

  • 11:30 18 Îlon 2024
  • Rojane
 
AMED - Şaredariya Peyasê li taxa Huzurevlerî, li qadên ku lê hatine îhmalkirin, ji qirş û qalan bûye sergo ku mirov nikare lê derbas bibe, dest bi xebata daristan û hêşînkirinê kir.
 
Yekîneyên Gerînendetiya Park û Baxçeyan a Şaredariya Peyasê li qadek 2 donimî ku bi ser Kolana 32’an a taxa Huzurevleriyê ve ye hatiye îhmalkirin, ji qirş û qalan bûye sergo, dest bi xebata daristan û hêşînkirinê kir. Gerînedetiya Park û Baxçeyan der barê xebatên ku hatine destpêkirin daxuyanî da û got: “qadên hêşîn bûn lê di vî çend salên derbas bûyî de ku lê nehatiye nêrîn, ji qirş û qalan bûye sergo, me dest bi xebatên lênêrînê, avdanî û nûkirinê kirin, ji bo qad keskahiya xwe winda neke, şitlên darên nû hatin danîn.” 
 
Hate diyarkirin ku ji bo tevahî herêmên wiha xebat hatiye dest pê kirin, ji bo bi awayeke têkûz têkeve xizmeta hemwelatiyan, xebat hatine destpêkirin.