Ji Şaredariya Peyasê ji bo xebatkarên jin semîner

  • 11:28 18 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
AMED - Gerînendetiya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Peyasê bi mijara 'Wekheviya zayendî û nêzîkatiya jinê di jiyanê de' semînerek e perwerdehiyê da xebatkarên jin.
 
Yekîneya perwerdehiyê a Gerînendehiya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Peyasê semînera perwerdehiyê bi navê 'Wekheviya zayendî û nêzîkatiya jinê di jiyanê de' ji bo xebatkarên jin ên li Gerînendetiya Zabiteyan dixebitin da. Hat diyarkirin ku Gerînedetiya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Peyasê dê van semînerên perwerdehiyê ji bo jinên li sazî û yekîneyên din dixebitin jî bidomîne.