Leşkeran welatî bi şewitandina gund tehdîd kirin!

  • 10:23 18 Îlon 2024
  • Rojane
  
AMED - Welatî û şêniyên Taxa Pêçar a navçeya Licê diyar kirin ku ji aliyê leşkerên çûne operasyona leşkerî ve gefa şewitandina gund li wan hatiye xwarin.
 
Di 16’ê Îlonê de li bejahiya Navçeya Pêçar a navçeya Licê ya Amedê di navbera leşkerên derketin operasyon û endamên HPG’ê  de pevçûn derket. Ji ber ku pevçûn bi saetan dewam kir, herêm ji aliyê helîkopteran ve hat gulebarankirin. Hin guleyên ji helîkopterê hatin avêtin jî li maleke li taxê ketin.  
 
Li taxê 3 jê zarok 5 kes hatin binçavkirin. 5 kesên piştî îfadeya wan li Qereqola Cendermeyan a Navçeyê hatin girtin serbest hatin berdan. Her wiha xisar li baxçeyên sebzeyan ên şêniyên taxê jî kirin, welatiyan diyar kirin ku leşkerên derketine operasyonê gotinên bêrûmet û heqaret kirine. Welatiyan jî diyar kirin ku bi şewitandina gund gef li wan hatiye xwarin.