‘Divê em li dijî tecrîdê bibin yek’

  • 09:04 18 Îlon 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nujîn Yildiz
 
ÎZMÎR-Dayika girtiyê nexweşê giran yê bi navê Devrîm Ayik, Hulya Ayik der barê rewşa girtiyan, binpêkirina mafan û tecrîdê de axivî û got hemû kesên xwedî wijdan divê xwedî li girtîgehan derkevin, ji bo rakirin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bibin yek.
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û tecrîdê bandor li ser hemû girtîgehan kiriye. Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan roj bi roj giran dibin. Rewşa girtiyên nexweş her diçe xera dibe û nayên dermankirin. Yek ji van girtiyan Dervîm Ayik e. Ji sedî 76 astengdar e, nexweşê giran e û di 2015’an de dema Kovara Ozgur Halk belav dikir bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’, ‘alîkariya rêxistinê’ hat girtin. Devrîm ku birin girtîgeha Tîpa L ya Kiriklarê piştre rewşa wî ya tenduristiyê xera bû sewqî girtîgeha Tîpa L ya Antalyayê kirin. 
 
Di 2018’an de ji ber rewşa wî giran bû hat berdan. Lê di Çileya 2021’ê de dîsa hat girtin. Şandin girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê. Devrîm ji nexweşiya Crohn du caran emelyat bûye, nîvê roviyên wî hatine girtin. Di 2006’an de ji ber qezaya derbas kir çavê wî yê rastê nema dibîne. Çavê çepê ji sedî 32 mîyop e. Guhê wî yê çepê ji sedî 30, yê rastê ji sedî 50 nabihîze. 
 
Devrîm, niha li girtîgeha Tîpa H ya Eskîşehîrê tê girtin. Dayika Devrîm Hulya Ayik der barê rewşa girtiyên nexweş û tecrîdê de axivî.
 
'Em li pişta girtiyan e'
 
Hulyayê got Devrîm ji 2015’an de tenê 10 mehan li derve maye û got: “Ji 2021’ê de li girtîgeha Tîpa H ya Eskîşehîrê girtî ye. Ji ber çalakiya boykotê ceza dabûn hemûyan. Heta înfaza du hevalên wî hatibûn şewitandin. Li şûna bên tahliyekirin poşmanî lê tên ferzkirin. Ji ber îmze navêtine nehatine berdan. Lê ew çi dikin bila bikin em ê li pişt girtiyên xwe bin.”
 
‘Em malbat çiqas dibin bersiv’
 
Hulyayê bi lêv kir ku girtiyan herî dawî çalakiya, greva birçîbûnê û  boykota hevdîtinên malbatê û teloefonê kirine û wiha dirêjî dayê: “Gelo em malbat çiqas dibin bersiv. Evçalakî girîngin. Bersivdayîn jî girînge. Niha boykot qedyaye. Em di meha Tîrmehê de çûn hevdîtinê. Gelek bipêkirinên mafan hebûn. Li girtîgeha Eskîşehîrê rewşa wî qet nebaşe. Bûye kampa berhevkirinê. Hemû girtiyên wir nexweş û temenê wan mezinin.”
 
‘Dixwazin girtiyan biçewisînin’
 
Hulyayê detsnîşan kir ku li girtîgeha Tîpa H binpêkirinên mafan û pêkanînên kêfî gelek zêde ne û wiha daxuyand: “Midûrê girtîgeha Sîncanê tayînê Eskîşehîrê bûye. Ji bo xwe bide qebûlkirin zextan dike. Dixwaz girtiyan biçewisînin. Hevalekî bi navê Emre Can demîr dema dibin nexweşxanê dixwazin bibin cem girtiyekî edlî.  Lê wê demê provakasyon tê kirin û Emre Can Demîr tê derbkirin. Koxşa Devrîm hat guhertin. Bi vî awayî dixwazin biçewisînin.”
 
‘Divê her kes rabin ser piyan’
 
Hulyayê balkişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a di 2012’an de û ev nirxandin kir: “Gel bi awayekî cidî xwedî li çalakiyê derket. Di encama têkoşînê de encamekhat girtin. Niha ji bo şikandina tecrîdê divê hemû kes rabin ser piyan. Îro li me sibe li we ye. Zilm, zext û çewisandin heye. Li dijî gelan zilm  heye. Li dijî gelên Tirkiyeyê, zext, girtin, tehdîd, binçavirin heye. Çend roj berê girtiyekî li girtîgeha Erziromê jiyan axwe ji dest da. Kurê min jî nexweş e. Doktor dibêjin divê emelyat bibe. Ji ber nexweşiya wî nayê dermankirin. Nexweşiya wî gelek pêş ketiye. Divê roviyên wî dîsa bên girtin. Neyê girtin wê rovî qul bibin û jehrî bibe. Ji ber vê divê demildest bê dermanikrin.”
 
‘Ji bo şikandina tecrîdê divê em bibin yek’
 
Hulyayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema telefonek lê dide kezeba min dişeiwte. Ez dibêjim qey wê ji Devrîm agahiyek nebaş bê. Em edaletê em ne li benda edaletê ne. Ji ber li Tirkiyeyê edelet tune ye. Divê gel edeletê bi destê xwe pêk bîne. Ez bang li hemû gelan dikim. Îro gelek girtiyên nexweş hene. Ji bo cenaze ji girtîgehan derneyên  ji bo ku kezeba dayikan neşewite divê her kes bibe yek û xwedî li girtiyan derkeve. Em dikarin bi hev re tecrîdê bişkînin.”