Ji bo malbatan bang: Zarokên xwe ji zimanê wan nekin

  • 09:03 18 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
Gulîstan Gulmuş
 
AMED-Bi vebûna dibistanan re mafê perwerdehiya bî zimanê dayikê ji nû ve hat rojevê. Mamosteya Kirmancî ya MED-DER’ê Dîlan Çîmen der barê mijarê de axivî û li dijî asîmilasyonê ev bang li malbatan kir: “Zarokên xwe ji zimanê wan nekin. Bila malbat zarokên xwe bînin saziyan. Bila zimanê xwe fêr bibin.”
 
 Yek ji mijara têkoşîna Kurd didin perwedehiya bi zimanê dayikê ye. Perwerde ku di jiyana mirovan de cihekî girîng digire, gelê Kurd jê bêpar tê hiştin û bi polîtîkayên asîmîlasyonê ji ziman tê durxistin. Lê li dijî van polîtîlayan alternatîf tên avakirin. Yek ji van jî Komeleya Ziman,Çand û Lêkolînê ya Mezoptamyayê (MED-DER) di vê mijrê de xebatên xwe dimeşîne, qursan vedike û perwerdeya bi zimanê dayikê dide.
 
Mamosteya Kurmancî Dîlan Çîmen  ku beriya dibistanên dewletê perwerdehiya bi zimanê dayikê dida zarokan, der barê mijarê de axivî.
 
‘Zarok bi daxwaz û kelecanek mezin dihatin dersan’
 
Dîlanê diyar kir ku Kurdî bi saya kevneşoiya wêjeya devkî hebûna xwe didomînin û got: “Li tu devera cîhanê zimanekî ku asîmîle bûye ranebûye ser piyan û xwe neparastiye. Yekane zimanê li ser piyan maye û xwe parastiye zimanê Kurdî ye. Çanda wêjeya devkî ya Kurdî dewlemend e û ji ber vê hebûna xwe didmîne. Zimanê me bi wêjeya devkî heta îro hatiye. Lê ev nayê wateya ku zimanê me nebe zimanê fermî. Me di 5-6 hefteyan de ispat kir ku zarokên asîmîle bûne bi perwerdeya hat dayîn dikarin xwe bi zimanê xwe îfade bikin. Zarok bi kelecan û daxwazek mezin tên dersan. Naxwazin biçin malê. Lê mixabin ji ber zimanê me ne yê fermî ye me tenê qurs dan. Ji ber vê dema me bi sînor e. Em dixwazin zimanê me bibe zimanê fermî.”
 
‘Ewil zimanê dayikê’
 
Dîlanê daxuyakirin ku ger zarok  ewil zimanê dayikê fêr nabin zimanên din jî qels  fêr dibin û wiha dirêjî dayê: “Psîkolog, pedagog, civaknas dibêjin ‘zarokên bi zimanê xwe mezin dibin zimanên din jî baş fêr dibin’. Dema zarok zimanê xwe fêr nebin yên din jî qels fêr dibin. Lê ji temenê 1 heta 9’an zimanê xwe baş fêr bibin wê yên din jî rast û hêsan fêr bibin.”
 
‘Zarok TV vekin bila stranên Kurdî fêr bibin’
 
Dîlanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Amedê gelek zarok asîmîle dibin. Divê ev rewş bê çareserkirin. Divê zarok zimanê xwe fêr bibin. Ez bang li malbatan dikim.  Berê derfet kêm bûn. Zarok asîmîle dibûn . Divê malbat malên xwe veguherin dibistanê. Divê nehêlin zimanê wan asîmîle bibe. Zarokên xwe bibin saziyan. Bila bînin MED-DER an jî saziyên din. Qe nebe bila Zarok Tv vebikin, stranên Kurdî bidin guhdarkirin. Li ser youtube gelek vîdeoyên dersên Kurdî didin hene. Bila ji van sûdê bigirin. Bila dê û bav zarokên xwe di vî alî de pêş bixînin.”