Li gorî daneyên 2016’an de hejmara zarokên winda 104 hezar û 531 e

  • 09:03 18 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
WAN- Sekretera Jinan a Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Sema Aktaş da zanîn ku bi qetilkirina Narîn Guran re civaka rizyayî derketiye holê û got: “Me bi qetilkirina Narînê re dît ku tarîkat û hîzbullah zirareke çawa mezin didin civakê.”
 
 Cenazeya Narîn Guran a 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de li taxa Çûliyê ya navçeya Rezan a Amedê winda bû, di 8'ê Îlonê de li Çemê Egertutmaz  ê bi qasî 2 kîlometreyan dûrî taxê ye hatibû dîtin. Cenazayê Narînê piştî otopsiyê di 9’ê îlonê de li gundê wê hatibû definkirin. Qetilkirina Narînê di rojevê de cihê xwe diparêze û der barê bûyerê de her roj pirsnîşanek dertê holê. Berteka rayagiştî ya li dijî qetilkirina Narînê didome.
 
Sekretera Jinan a Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya, Wanê Sema Aktaş der barê qetilirina Narîn Guran de nirxandin kir.
 
‘Me zirarên ku tarîkatan daye civakê dît’
 
Semayê daxuyakirin ku li welat wek Narînê, li gelek zarokan destdirêjî hatiye kirin û hatine qetikirin û wiha got: “Veşartina qetilkirina Narînê rê li ber mezinbûna bertekan vekir. Derket holê ku ev qetilkirin bi destê malbat-delwet-tarîkatê hatiye kirin. Pêşgotinek Afrîkayê ya ‘ji bo mezinkirina zarokekî gundek pêwiste’ heye. Lê me dît ku gundek çawa zarokekê tune dike. Me bi qetilkirina Narînê dît ku tarîkat, hîzbullah zirarek çawa didin civakê.”
 
‘Bi polîtîkayên dewletê tarîkatan bandor li perwerdê jî kiriye’
 
Semayê bi lêv kir ku bi polîtîkayên ku dewlet dimeşîn de tarîkatan bandor li ser perwerdehiyê jî kirine û ev nirxandin kir: “Em wek Egîtîm Sen li dijî van polîtîkayane. Em perwerdehiya bi zimanê dayikê, alîk û zanistî diparêzin. Bi projeya ÇEDES’êya li dibistanan pêk tê, endamekê ji tarîkatê tayînê dibistanan tê kirin û perwerda olî didin. Em li dijî vê ne. Der barê vê de saleke em îtîrazên xwe dikin. Divê malbat jî vê bibînin. Em wek Egîtîm Sen li ser Velî-Der malbatan agahdar dikin. Beriya vê di perwerdehiyê de sazbûna cemaetê hebû. Em wê demê jî li dijî vê bûn. Çi hat bi gel û zarokên wna hat. Fikara me eve ku wê bi tarîkatê jî heman rewş hîn girantir bê jiyîn. Bandora wê li ser zarokan pir zêdeye. Di alî fedagojîk de kesên ne xwedî formasyon dişînin dibistanan. Gelek mamosteyên meyê çanda olî yên perwerda vê girtine hene. Dewlet naxwaze vê bibîne û tarîkatan li dibistanan bi cih dike.”
 
Li gorî daneyên 2016’an 104 hezar û 531 zarok winda ne
 
Semayê balkişand ser zarokên winda ku bi qetilkirina Narînê re hatiye rojevê û wiha pê de çû: “TUÎK’ê ji 2016’an het aniha der barê zarokên winda de dane parve nekiriye. TUÎK’ê herî dawî daneyên navbera 2008-2016’an de parve kir. di vê çarçoveyê de 104 hezar û 531 zarok winda ne.Ev zarok mirine?, ger miribin çima nayê ragîhandin an jî çima serê wan tê girtin? Ev pirs tên hişê mirovan. TUÎK ya ji firingiyê heta îsotê daneya her tiştî digire çima ya zarok û jinên tên qetilkirin angire. Di vir de qelsiya polîtîkayên delwetê dertê holê. Divê serê bûyerên qetilkirina jinan neyê girtin.”
 
‘Divê tedbîrên ku zarokan diparêzin bên girtin’
 
Semayê di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Di vê pergala ku cihê liyakatê, tarîkatan girtiye, de ewlehiya zarokan tune ye. Li cihê liyakat tunebe baweriya bi edaletê jî tune ye. Civak dirize. Divê ji bo parastina zarokan tedbîrên parastinê bên girtin. Divê dewlet ji bo parastinê polîtîkayan biafirîne. Dewleta ku zarokan naparêze malbatê pîroz dike. Divê li dbistianan ji bo fêdeya zarokan perwerdehiya hişmendiyê bê dayîn. Zarokên destdirêjî lê tên kirin divê bizanibin ku vê ji mamosteyên xwe re bêjin.Li dibistanan divê xebatên vê bên kirin.”
 
‘Sedema rizandinê bêliyakatiye’
 
Semayê di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em wek Egîtîm Sen em ê şopdarê pêvajoya edlî bin. Reşa me ya mudaxalîlbûna bûyerên edlî tune ye. Lê komîsyonek me ya zarokan heye. Me bi hevalên xwe yê komîsyonê re sala borî perwerdehiyên xw epêk anîn. Em îsal jî difikirin vê li dibistanan pêk bînin.  Em dikarin xwendekarên wisa çawa ferq bikin, piştî bên ferqkirin divê di alî pedagojîk de çi bê kirin. Emê di vî alî de perwerdehiyan bidin. Sedema rizandina di civakê de bêliyakatiye. Mufredata ku dewletê bi tarîkatan re ferz kiriye wê rê li ber rizandinên mezin vebike. Lê civakek ku wekheviya zayendî esas digire wê civakek hîn demokratîk ava bike.”