Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 27'emîn de berdewam kir

  • 21:29 17 Îlon 2024
  • Rojane
ENQERE - Emîne Şenyaşar Nobeta Edaletê ya li Meclisê di Roja 27'emîn de berdewam kir. Parlamenterên DEM Partiyê çûn serdana Emîneyê û piştgirî dan çalakiya wê.
 
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku li navçeya Pirsûsa Rihayê di 14’ê hezîrana 2018’an de du kurên wê û hevjînê wê ji hêla parazvan û xizmên parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine qetilkirin û kurekî wê jî hatiye girtin, di roja 27’emîn de li Meclisê berdewam kir.
 
Parlamenterên DEM Partiyê Burcugul Çubuk, Sevîlay Çelenk û  Mithat Sancar çûn serdana Emîneyê.