Cenazeyê du şervanan anîn ATK'ê

  • 16:32 17 Îlon 2024
  • Rojane
AMED - Cenazeyên 2 şervanên HPG'ê yên tê gotin di pevçûneke li navçeya Licê de jiyana xwe ji dest dane anîn ATK'ê.  
 
Liv û tevgera leşkerî ya li gundê Pêçarê yê Licê ya Amedê berdewam e. Balafirên şer û helîkopteran di çarçoveya operasyona 2 roj berê hatiye destpêkirin de qadên Lîs, Çemê Sarumê, Zikte û “Şehîd Remzî bombebaran kirin. Beşekê dorpêça li ser gund hate rakirin û hat ragihandin ku liv û tevgera leşkerî ya li herêmê hêj didome. 
 
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ragihand ku di pevçûnê de şervanên HPG'ê Zirav Taş (Pîro Amed) û Fehmî Başkurt (Botan) jiyana xwe ji dest dane. 
 
Cenazeyên 2 kesên tê gotin li navçeya Licê ya Amedê jiyana xwe ji dest dane, anîn Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê. Malbat ji bo teşhîskirina cenazeyan hatin Amedê û mînaka xwînê dan.