Di lêpirsîna Narînê de 2 kes serbest hatin berdan

  • 13:53 17 Îlon 2024
  • Rojane
 
AMED - Ji 3 kesên di çarçoveya lêpirsîna derbarê qetilkirina Narîn Guranê de hatin binçavkirin 2 jê hatin berdan. 
 
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li gundê Çuliyê yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bû û cenazeyê wê 19 roj piştre di 8'ê îlonê de hate dîtin. Di çarçoveya lêpirsîna derbarê qetilkirina Narînê de  Î. û Şeyma Kaya di 15’ê îlonê de hatibûn binçavkirin. 
 
Her du kesên behsa xeberê bi sûcdariya “Berê lêpirsînê guherandine” hatibûn binçavkirin û piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan. 
 
Hat zanîn ku îfadeya jinmama Narîn Guran ya bi navê Hediye Guran ku di 15’ê îlonê de hatibû biçavkirin, hêj didome.