Sêgoşeya ‘malbat-dewlet- pîrozî’ nikare pêşî li rêxistinbûna jinan bigire

  • 09:04 17 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
Melek Avci
 
ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş û Hevseroka giştî ya HDP’ê Sultan Ozcan, diyar kirin ku jin sêgoşeya ‘malbat-dewlet-pîrozî’ ku jinan heps dikin qebûl nakin û got ev yek nikare pêşî li rêxistibûna jinan bigire.
 
Meclîsa Jinan Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma "Em di jiyana azad de bi israrin, xwe rêxistin dikin" yekemîn Konferansa Rêxistibûna Jinê ya Navendî û Konfera Rêxistibûna Giştî li Odeya Endezyarên Înşatê ya TMMOB’ê pêk anî. Konferansê 4 rojan berdewam kir û di 2 rojên ewil de rêxistinbûna jinan, tifaqa jinan û di konferansa giştî de jî rêxistibûn, pêvajoya siyasî û rewşa herêmê, pêşniyarên çareseriyê hatin nîqaşkirin.
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş û hevseroka giştî ya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Sultan Ozcan der barê konferans û rojeva Narîn Guran de axivîn.
 
‘Wê bi jinên xurt û rêxistinkirî re pergala serdet ya mêr bê derbas kirin’
 
Sabahat Erdogan Saritaş destnîşan kir di pêvajoyek wisa siyasî de konfernasa rêxistibûnê ya jinan pêk hatiye û got: “Di pêvajoyek wisa girîng de me konferansa xwe pêk anî. Gelek watedar û bi nirx e.  Jahrkuja vê pergala serdest ya mêr, jina azad e. Me jî di vî alî de Yekemîn Konferansa Rêxistinê ya Navendî pêk anî.  Hêviya min ev e ku em bi jinên hîn xurt û rêxistinkirî em ê vê pergala serdest ya mêr ji holê rabikim. Her cara em televîzyonê vedikin em destdirêjî, tundî, destdirêjiya li zarokan diaxivin. Qetilkirinên jin û zarokan polîtîk e.”
 
‘Bi gote gota ‘malbata pîroz’ civak rizandin’
 
Sabahatê daxuyakirin ku AKP’ê di 20 salan de ji bo rizandina civakê gav avêtiye û wiha domand: “Desthilatdarî jinê ji civakê dur digire. Dixwazin civakê birizînin,  em li pratîka 20 salan a AKP’ê dinêrin, hewl didin jinan hepsê malê  bikin. Naxwazin jina rêxistinkirî bibînin. Ji ber vê jî li her qadê davêje plana dawî. Di erdhejê de ewil jin mexdur dibin. Ji bo jinan polîtîka nayê pêşxistin. Naxawzin jin xurt bibin. Di pandemiyê de dîsa yên mexdur bûn jin bûn. Dixwazin jinan ji civakê îzole bikin. Desthialtdariya AKP’ê di 20 salan de  bi giştî hewl da jinan hespê malê bike û li hemû qadan li hember jinan êrîşek topyekun mijara gotinê ye. Jinên rêxistinkirî krîmînalîze dikin û tên girtin. Niha jî em dibînin ku di bin navê ‘parastina malbatê’ de ‘malbata pîroz’ tê ava kirin. Di esasê de em dibînin ku jin, zarok û civak tê rizandin. Tifaqa AKP’ê ya bi HUDA Par û MHP’ê re jinan nabîne, jinan tune dihesibîne.”
 
‘Em kîjan zaroka ku hatiye qetilkirin vebêjin’
 
Sabahatê balkişadn ser qetilkirina Narînê û hemû zarokên Kurd yên hatine qetilkirin û daxuyakirin ku qetilkirina zarokan ji şerê taybet serbixwe nîne û wiha dirêjî dayê: “Em wesayîtên zirxî bigirin dest, em Ceylan Onkul ya bi guleya hewanê hat qetilkirin bêjin, em Ugur Kaymaz yê bi 12 guleyan hat qetilkirin bêjin, em Leylayê vebêjin em gulîstan doku bêjin. Gumanbarên wan bi bêcezahiştinê tên xelatkirin. Kî van dipêze;Bav mêr e, bira mêr e, hevjîn mêr e. Jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Me herî dawî bi Narînê re ev dît. Parlametnerê AKP’ê Galîp Ensarîoglu got ‘em hinek tiştan dizanin lê em nabêjin, malbat dostên me yên 40 salan e’. Em tifaqa mêr di qetilkirina Narînê de jî dibînin. Bi destê AKP’ê, HUDA PAR ket meclîsê.  AKP’ê di 23 salan de tundî li her qada civakê rewa kir. Ji ber vê rêxistibûna jinan jahrkuja serdestiya mêr e. Divê hemû jin di zemîna hevpar de bên gel hev û têbikoşin. Ji ber rengê tundiyê li her derê wekhev e.”
 
‘Em xwe bi destkeftiyên dîrokî rêxistin dikin’
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Sultan Ocan jî da zanîn ku ji HDP’ê heta îro bi mîrate û destkeftiyên hatine bidestxistin dimeşin û wiha dirêjî dayê: “Me konferans di pêvajoyeke girîng de pêk anî. Ji ber vê gelek bi nirx e. Em bi destkeftiyên xwe, bi destkeftiyên rêxistinên jinên cîhanê, ji HDP’ê heta DEM Partiyê bi destkeftiyên xwe dimeşin. Em li dijî faşîzmê, serdestiya mêr, bêdadadiya mêr, li dijî dijhiqûqiyê xwe rêxistin dikin û bi nexşerêyek nû em ê derkevin rê.”
 
‘Hêrs û îtîrazek mezin heye’
 
Sultanê jî balkşand ser qetilirina Narînê û daxuyakirin ku kodên ‘malbata pîroz’ ya desthilatdariyê ji cînayetê serbixwe nîne û got ew pir bi hêrsin. Sultanê ev nirxandin kir: “Keça me Narîn bi hovîtiyek mezin hat qetiklirin. Hewl didin kujeran veşêrin, delîlan reş bikin. Dixwazin di sêgoşeya ‘malbat-dewlet-pîroz’ de  tengezar bikin. Ji ber vê hêrs û îtîraza jinan girînge. Ji ber vê jî em ê piştgiriya ji bo avakirina pêşerojek hevpar a demokratîk, bidin. Em ê di şopa hevalên xwe de bimeşin. Em ê di şopa Fîgen Yuksekdag, Besîme Konca, Dîlan Dirayet Taşdemîr, Ayşe  Acar Başaran de bimeşin. Em spasiyên xwe j ibo wan dikin. Em di şopa wan ya ronî de bimeşin.”