Ji bo 6284'an seferberî: Ya ku jinan rizgar bike piştevanî ye

  • 09:04 17 Îlon 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Jinan piştevaniya "Ji bo 6284'an seferberî" ya ku ji hêla KCDP'ê ve hatî destpêkirin dikin. Jinan banga têkoşîna hevpar kir û gotin: "Ya ku jinan rizgar bike piştevanî ye." 
 
Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP), di 11'ê Îlonê de li Navenda Çandê ya Nazîm Hikmet di civîna çapemeniyê de starta xebatên "Ji bo 6284'an seferberî" da. Nûnerên sazî û rêxistinên jinan, lîstîkvan, hunermend û gelek kes tevlî civîna çapemeniyê bûn. 
 
Jinên ku tevlî civînê bûn banga tevlîbûna seferberiyê kirin û ji ajansa me re axivîn. 
 
'Em ê bi kollektîfî seferberiyê bi rêve bibin'
 
Nûnera Federasyona Femînistên Ciwan Guneş Akşahîn, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser seferberiya ku ji bo 6284'an hatî despêkirin û got: "Em dibînin ku şîdeta li hemberî jin û zarokan û qetilkirina jin û zarokan her ku diçe zêde dibe. Li kolanan û li malan çawa tên qetilkirin em dibînin. Ji ber vê yekê divê qanûna 6284’an bê pratîzekirin. Lê îktîdara siyasî bi înat naxwaze vê qanûnê pratîze bike. Jinên ku berê xwe didin qereqolan carek din berê wan didin malê. Li şûna ku qanûna 6284’an pratîze bike polîtîkayên ku malbatê diparêze diafirîne. Di her qadê de vîna jinan tune tê hesibandin. Me bi sazî û rexistinên jinan seferberiyek da destpêkirin. Em ê di vê çarçoveyê de panel û perwerdeyan organîze bikin. Em ê li navçe û bajaran, li zanîngehan xebatên xwe bidomînin. Em ê bi jinan re bi kollektîfî seferberiyê bi rêve bibin."
 
'Em ê hêzê ji hevdû bigirin'
 
Lîstîkvan Ferîde Çetîn, da zanîn ku em di merheleyeke girîng de nin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê em li ber derê qala 6284'an bikin. Di vir de mafê axaftinê ne ya îktîdarê ye. Muxatab ne ev in. Em li benda her kesî ne. Em ê li kolanan dengê xwe derxin. Ne tenê hunermend, divê ronakbîr, hiqûqnas û hwd her kes dengê xwe bilind bike. Êdî pêvê em ê hêzê ji hevdû bigirin." 
 
'Em ji bo pêşeroja zarokan li hev dicivin'
 
Berdevka Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Ozge Akman, da zanîn ku qanûna 6284'an bi îktîdarê ve hatiye amade kirin û wiha bi lêv kir: "Em bêhiqûqiyê dibînin, newekheviya li hemberî jin û zarokan dibînin, ev yek dilê me pir dişewitîne, zarok ji jiyanê tên veqetandin. Ev yek ji ber pratîzenekirina qanûna 6284'an e. Bi salan jin ji bo jiyaneke wekhev û azad têkoşîneke mezin li ser vê erdnegariyê dan. Bi vî têkoşînê em heta wan rojan hatin. Îro jî ji bo 6284 seferberiyê em civiyan. Em jinên ku ji bo rakirina newekheviyê û ji bo pêşeroja zarokan li hev dicivîn."
 
'Ji bo Narînan têdikoşin'
 
Ozge, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser parastina malbatê ya ku ji hêla îktîdarê ve tê kirin û got: "Mixabin em di kuştina Narînê de gotinên wekî 'Têgeha malbatê xiradikin û malbatê hildiweşînin' dibînin. Em vê têgeha malbatê ya ku di nav de jin û zarok tên qetilkirin qebûl nakin. Em ji bo jiyaneke azad têdikoşin. Ji bo Narînan têdikoşin. Em ji bo jinên ku hatin qetilkirin têdikoşin."
 
'Bijî tifaqa jinan'
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Ceylan Akça jî wiha mijar anî ziman: "Em piştevaniya qanûna 6284’an dikin. Çend tifaka mêran mêzin dibe, ev qas jî ya jinan mezin dibe. Seferberiya ku ji hêla KCDP’ê hatî destpêkirin îro nîşaneya mezinbûna têkoşîna jinan e. Ev yek têkoşîna Tevgera Jinên Kurd e. Li ku derê jin hebe li vir TJA heye. Beyî felsefeye 'Jin jiyan azadî' zîhniyeta ku jinan rizgar bike nîne. Ji ber vê sedemê bijî tifaqa jinan."