Li dijî pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê meş hat lidarxistin

  • 15:29 16 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê li dijî pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê meşiyan û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir.
 
Şêniyên bajarên Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê bi armanca şermezarkirina pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Dirêbisiyê kom bûn û meşek li dar xist.
 
Şêniyan ji Qada Jina Azad dest bi meşê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û pankartên "Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e" hatin vekirin. Her wiha dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.
 
Şênî li Qada Şehîdan sekinîn. Li vir endamê Înisiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a bajarê Dirbêsiyê Fadî Hesen axivî. Fadî Hesen diyar kir ku pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi pêkanîna ramanên Rêber Abdullah Ocalan çareser dibin û got: "Rêber Abdullah Ocalan ê li dijî sîstemên înkar, qirkirin û çewistandinê de tê dikoşe girtîgeha Îmraliyê kiriye navenda belavkirina ramanên azadî."
 
Endama Înisiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a bajarê Til Temirê Ayhan Yûnis bang li tevahî gelan, jin û ciwanan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah têkoşînê geş bikin.
 
Çalakî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.