Ji bo bajarekî lê karibe bê jiyîn pedal zîvirandin

  • 14:11 16 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
WAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, di çarçoveya Heftya Tevgerê ya Ewropayê de tura bîsîkletê li dar xist.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, di çarçoveya Heftya Tevgerê ya Ewropayê de, bi dirûşma "Qadên Cemaweriyê yên Parveker" tura bîsîkletê li dar xist. Tura ku ji Kent Parê destpêkir li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter bi dawî bû. Li gel Hevşaredarên Bajarê Mezin hevşaredarên navçeyên navendî û endamên meclisa şaredariyan tevli çalakiyê bûn.
 
Piştî tura bîsîkletê daxuyanî hat dayîn.
 
'Me li dijî pirsgirêka trafîk û veguhestinê pedal zîvirand'
 
Di daxuyaniyê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal axivî û diyar kir ku ji roja şaredarî bi dest xistine li ser esasê wekheviyê xebatên xwe didomînin. Neslîhanê bal kişand ser çalakiya ajotina bîsîkletê ku li dar xistine jî û got, "Ji vê armanca me ew e ku em balê bikişînin ser pirsgirêka trafîk û veguhestinê. Em îro hatin vêderê û armanca Heftey Tevgerê ya Ewropayê ew e ku bi vê tevgerê re pirsgirêkên bajaran bên çareserkirin  Em bi vê re dixwazin ku veguhestinek ekolojîk û ewletir pêk bînin."
 
'Em pirsgirêkan bi şêniyên bajêr re çareser bikin'
 
Piştre Hevşaredar Abdullah Zeydan axivî û got, "Armanca Hefteya Tevgerê ya Ewropayê ew ku bajarên ekolojîk, demokratîk û tevlîner û li wan karibe bê jiyîn zêde bike."