Li Kobanê Jîna Emînî hat bibîranîn

  • 12:13 16 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kantona Firatê, bi dehan jin bi wesîleya 2’yemîn salvegera qetilkirina sembola serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ Jîna Emînî hatin ba hev û diyar kirin ku ew ê bi rihê Jin Jiyan Azadî desthilatdariyê têk bibin.
 
Li ser qetilkirina sembola serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ Jîna Emînî ev du sal derbasbûn. Îro ji bo bîranîna jîna Emînî jinên Kantona Firatê bi pêşengiya Kongra Star çalakiyek lidar xistin. Beriya ku çalakiya şermezarkirinê destpê bike, deqeyekê rêz hat girtin û li ser navê Rêveberiya Kongra Star a Kantona Firatê Xunav Xelîl axivî. 
 
Xunav Xelîl, anî ziman ku ew ê li dijî sîstema desthilatdar tenê riya azadiyê bişopînin û li dijî desthilatdariyê bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî qîr bikin û dawiya wê pergalê bînin.
 
Xunav, diyar kir ku şoreşa tevahiya cîhanê hejand û got: "Ev bûyer serhildane û gelê Rojhilat Kurdistanê rabûn ser piyan. Li Rojhilat ji ber jineke ciwan tevahî jinên Rojhilat daketin qadan û li dijî wê zihniyetê serî hildan. Bi hezaran ji aliyê sîstema Îranê ve hatin binçavkirin, bi sedan kes hatin bidarve kirin. Em ê bi Jin Jiyan Azadî tevahî jinan azad bikin."
 
Xunav, anî ziman ku di serî de li Efganîstanê û Hindîstanê hemû jin xwedî li dirûşmeya Jin Jiyan Azadî derdikevin û got ku ew ê têkoşîna wan heta dawiyê berdewam bike.
 
Piştra jî ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Baqî Xido ve şanoyek li ser Keziya Jin hat pêşkêş kirin.