Wargeha Mexmûrê hat bombebarankirin

  • 11:39 16 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN -  Balafirên bêmirov ên dewleta tirk êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê kirin. 
 
Êrişên li dijî Wargeha Penaberan a Mexmûrê berdewam in. Li gorî nûçeya Rojnewsê; balafirên bêmirov ên dewleta tirk êrişî baxçeyê malekê kir.
 
Beriya niha hate ragihandin ku li wargeha Mexmûrê tûpa malek teqiyaye, lê piştî şandeya Iraqê li cihê bûyerê lêkolîn da destpêkirin, derket holê teqîn di encama êrişa balafirek bê mirov de pêkhatiye.
 
Li gorî agahiyan, derdora saet 10:00’an balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk, baxçeyê welatiyê bi navê Melek Mijînî bombebaran kiriye.
 
Di dema vê êrişê de jî, şandeya Neteweyên Yekbûyî û Iraqê di nava wargehê de bûn û karê xwe yê serjimêriyê dewam dikirin.
 
Hêjayî gotinê ye herî dawî dewleta Tirk a dagirker di 10’ê Îlonê de malek ya wargehê bombebaran kiribû û di encama êrişê de 3 jin birîndar bibûn.