Kongra Star: Ji 'jin jiyan azadî' veger tune ye

  • 11:02 16 Îlon 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera 2'yemîn a serhildana “Jiyan Jiyan Azadî” de Kongrasa Star peyama, “Bila dinya bizanibe ku ji pêngava ‘jin, jiyan, azadî’ veger tuneye, jinan serî hildaye û em ê bi perspektîfa mîmarê azadiyê sedsala 21’an bikin sedsala azadiya jinan” da.
 
Meclisa Kongra Star bi minasebeta salvegera serhildana “Jiyan Jiyan Azadî” ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û li cîhanê belav bû, daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniya ku bi gotinên, “Em Jîna Emînî ku têkoşîn û raperîna xwe bi şoreşa keziyan domand û bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ deng veda, li cîhanê bû sembola têkoşîna hemû jinan, bibîr tînin” destpê kir de, zihniyeta baviksalar hat şermezar dikin.
 
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye afirandin û piştî qetilkirina Jîna Emînî bûye qêrîn û dengê serhildêr, li cîhanê bûye, deng, rih û ahenga têkoşîn û berxwedana azadiya jinan.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di salvegera duyemîn a “şoreşa keziyan” de êrişên dewleta Îranê bi awayekî dijwar didomin û wiha hat gotin: “Gelek jin, zarok û dayîk hîn jî jana giran dikişînin. Zihnîyeta baviksalar a cinsiyetparêz û desthilatdar hîn jî bi awayekî tund şîdeta xwe li ser jinan û hemû civakê didomîne. Bal hat kişandin ku di raperîna dijî vê zîhniyetê de bi dehan jin hatine girtin, îşkencekirin û biryara îdamê li wan hatiye birîn û wiha hat domandin: “Gelek jinên weke Pexşan Ezîzî ji ber ku di çapemeniya azad de heqîqeta dewleta Îranê anîn ziman, cezayê îdamê li wan hat birîn.
 
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li hemberî van pêkanînan jinên berxwedêr û azadîxwaz têkoşîna xwe didomînin û wekî herî dawiyê li Hîndîstanê hatiye dîtin, hemû jînên cîhanê li dora dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bûne yek deng.
 
Di dawiya daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di Şoreşa Rojava de jî jin bi hêza xwe ya parastinê YPJ’ê re paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ava dikin û wiha hat gotin: "Em weke Meclîsa azadiya jinan, Jibo hemû jinên bindest, dibin hêviyên jiyana azad, deng û rengê şoreşa jinan. Li ser axa Mezopotamyayê bi rêxistinbûna jinan wê dîroka Şoreşa Neolîtîkê careke din bê zîndîkirin. Ev yek bi dengê Jîna Emînî bû ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û xwe gihand şoreşa keziyan, bû dengê bi hezaran jinên serhildêr. Ev deng di her çeperek şer de bû gule û di dilê dijmin de teqiya. Tarûmar dike qanûnan, teşhîr dike şîdeta zihniyeta zilaman.
 
Bila dinya bizanibe ku ji pêngava ‘jin, jiyan, azadî’ veger tuneye, jinan serî hildaye û emê bi perspektîfa mîmarê azadiyê sedsala 21’an bikin sedsala azadiya jinan."