Xwebûn bi manşeta 'Her dem Jin Jiyan Azadî' derket

  • 09:08 16 Îlon 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 248’emîn hejmara Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Her dem Jin Jiyan Azadî” gihişt ber destê xwînerên xwe.
 
Rojnameya Xwebûnê bi minasebeta 2’yemîn salvegera serhildana “Jin Jiyan Azadî”, bal kişand ser serhildan û têkoşîna jinên kurd ku li Îranê pêş ket û li cîhanê belav bû. Rojnameger Nigîn Şêxolîslamî Vetenî re li ser têkoşîna jinan a li Rojhilat pirsên Xwebûnê bersivand û bal kişand ser çavkanî û dîroka têkoşînê. 
 
Rojnameyê di surmanşetê de jî cih da komxebata Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a bi dirûşma “Rêxistinbûyîn serkeftin e” û li ser girîngiya rêxistinbûyînê ya ji bo kurdan û hemû gelên Rojhilata Navîn rawestiya. Rojnameyê di rûpela jin de jî bi sernavê   ‘Îran wê fêm bike bê şoreşa me tê çi wateyê’ cih da nivîsa nivîskar Eylem Şoreş. Eylem, li ser bandora têkoşîna jinan a li Îranê rawestiya û got: “Serhildana jinan hêz û bingeha xwe ji felsefeya Rêber Ocalan a ‘Jin Jiyan Azadî’ girt. Tişta ku berê piranî kes nekarîn xeyal bikin jî, Rêber Ocalan vê hingê bi nav kir û nexşereya vê jî diyar kir.” 
 
Rojnameyê di rûpela kirmanckî de jî bi minasebeta salvegera Rojnameger û Rewşenbîrê kurd Mûsa Anter, cih da ser têkoşîn û sekna Mûsa Anter.