Li Efrînê 2 jin hatin qetilkirin

  • 19:34 15 Îlon 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komên girêdayê Tirkiyeyê bi ser malên gundê Kaxirê yê Efrîna de girt, tundî li jinan kirin û di encama serdegirtinê de 2 jin hatin qetilkirin û bi dehan jî birîndar bûn.
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê çavkaniyên xwecihî diyar kirine ku  komên ʹEmşatʹ ên girêdayî  Tirkiyeyê bi ser malên Kurdan ên li gundê Kaxirê yê bajarê Mabeta yê bajarê Efrînê de girtine, li mêr û jinan tundî kirine, di encamê de 2 jin hatin qetilkirin û bi dehan welatî birîndar bûn. 
 
Çavkaniyan anî ziman ku çeteyên bi ser malan de girtin, zêr û pereyên welatiyan dizîn, lê mîqdar nehat diyarkirin.Heman çavkanî diyar kir ku duh êvarê ji heman gundî çeteyan welatiyê bi navê Idrîs Hec Elî revand û li hember serbestberdan 5 hezar dolar ji malbatê xwestin.
 
Çeteyên ʹEmşatʹ an jî ʹFirqet Sultan Silêman Şahʹ ên girêdayî Tirkiyeyê beriya demekê 100 dolar li welatiyên bajarên Mabeta û Şiyê û gundên girêdayî wan ferz kiribû. Li kêlek wê jî gef li kesên pereyan nedin xwarin.