Li Stenbolê tundiya mêr: Jinek hat qetilkirin

  • 18:20 15 Îlon 2024
  • Rojane
STENBOL- Li Stenbolê mêrekî ku navê wî nehat hînbûn jina ku pê re zewicandibû qetil kir.
 
Li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê mêrekî ku navê wî nehat hînbûn, jina ku pê re zewicandibû bi kêrê qetil kir.Zarokên ku qetilkirina jinê dîtin, bi kêrê gumanbar birîndar kirin. Li ser îxbatê ekîbên tenduristî û polîsan hatin cihê bûyerê.
 
Ekîbên tenduristiyê tespît kirin ku jinê jiyana xwe ji dest daye û cenazeya wê rakirina morga Tipa Edlî. Zaork jî ji aliyê polîs ve hat binçavkirin