Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir

  • 12:15 15 Îlon 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Li ser banga PJAK, KJAR û gelek aliyên din yên siyasî bi boneya duyemîn salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan Azadî’ li bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî bi girtina dukan û bazarê dest pê kir.
 
Bi boneya şoreşa ‘Jin, Jiyan Azadî’ ku di 16’ê Îlona 2022’yan de bi qetilkirina jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî re destê kir, li Rojhilatê Kurdistanê, li ser banga PJAK, KJAR û gelek aliyên din yên siyasî greva giştî dest pê kir.
 
Li gorî agahiyan greva giştî bi girtina bazar û dukanan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiriye.