Serhildana ku sînor derbas kirin (4)

  • 09:05 15 Îlon 2024
  • Dosya
Aktîvîsta KJAR’ê Aso Kamalî:Felsefeya rojava çewisandiye her diçe belav dibe
 
Melek Avci
 
ENQERE - Akîvîsta KJAR’ê Aso Kamalî da zanîn ku qada afirandina guherînê ji tevgera jinan re vebûye û got: “Rojava got belkî ev çewisandiye û tengezar kiriye. Lê bi ser neket. Di 2022’yan de ev dirûşme ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, heta Rojhilat û Rojhilatê Kurdistanê belav bû. Ev qad vebû. Em ji vê fedeyê bigirin em ê biserkevin.”
 
Du sal berê di meha Îlonê de jinek kurd li paytexta Tehran a Îranê hat qetilkirin. Jîna Emînî ku ji bo serdana xizmên xwe çû Tehranê ji aliyê polîsên Ahlaqê ve bi hicneta "baş serê xwe negirtiye" di 13’yê îlona 2022’yan de bi îşkeneyê hat binçavkirin û di binçavan de hat qetilkirin. Piştî qetilkirina wê jin daketin qadan û qêriyan, bedel dan. 
 
Aktîvîsta KJAR’ê Aso Kamalî derbarê pêvajoya li Îranê û sedsala 21’ê de axivî.
 
* Di ser qetilkirina Jîna Mahsa de du sal derbas bû li Îran û Rojhilat çi bû?
 
Bi rastî li Îranê pir tişt guherî û heman awayî li herêma Kurdistan, Belucîstan û Azerî gelek tişt guherîn. Mînak li Belucîstanê, Dr. Mehrang Beluc, bi hezara jinên Beluc li herêmê rêxistin kir û ji bo protestokirina sivîlan li Pakîstanê serhildanek jinan pêk hat. Em bûn şahidê vê. Gelê Beluc di 2022’yan de bi serhidana ‘jin jiyan azad’, rabûn ser piyan. Ligel vê li Rojhilatê Kurdistanê jinan laçik red kirin û ji têkoşînê re pêşengî kirin. Niha em encama vê dibînin; Di encama van çalakiyan de rejîma Îranê bi hezaran kes girtin. Li Ewropayê her roj çalakiyên pêk tên hene. Belê ev çalakiyeke lê divê teqez li dora vê rêxistinbûn hebe û gelek tişt divê hebin. Mirov hemû jiyana xwe bi protestoyan derbas nakin, piştgiriyê didin tevgera jinan, dengê xwe bilind dikin, gotaran dinivîsin. Yanî bi giştî vê dikin. Roj bi roj mirov ji vê dirûşmeyê bi bandor dibin. Bêguman niha Werîşe Muradî û Pexşiyan Azîzî girtine û cezayê darvekirin lê hatine birîn. Bi vê dixwazin têkoşînê biçewisînin. Lê bi hezaran jinên ku têkoşîna vê didin hene.
 
"Hikûmeteke nû jî wê ji bo jinan tiştekî din neke. Ji bo jinên girtî jî heman tişt derbasdare. Ji ber vê li eniyên pêş yên faliyet û şoreşan cih girtin teqez peywira jinan e. Ji ber em hemû jin di seranserê cîhanê de cuda tên dîtin, li plana dawî tên hiştin."
 
* Girtin, binçavkirin, darvekirin, qetilkirina jinan hat dîtin û hîna diodme. Ji bo Pexşiyan û Werîşe cezayên darvekirinê hatin dayîn. Hûn vê çawa dinirxînin?
 
Rejîma Îranê ne ku tenê dengê jinan qût bike, ji bo giştî ji qada cemawerî rabikin hewl didin. Civaka serdest dixwaze jinan bi giştî hepsê malê bike û deng ji wan dernekeve. Daxwaza wanya yekem jî laçike. Dema rejîma îslamî hat desthilatdariyê ewil ev xwest.  Zext li gelan kirin. Li dijî Kurdan di 1979’an de fetwa belavkirin û vê armanca wan derdixist holê. Bi salan stratejiyên cuda xistin dewrê. Pexşiya di nameya ku nivîsye de diyar dike ku hinceta girtina wê çand û nasnameya wê tê nîşandan. Ji bilî têkoşînê alternatîfeke wê ya din tunebû. Ji penaberên li kampanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bûye piştgirî di nameya xwe de dibêje endamtiya wê ya PJAK’ê kirine hincet. Jin bi awayekî global tên pelçiqandin. Ji ber vê em hemû Pexşiyan in.
 
Pexşiyan dibêje ji bo jinan divê têkoşîn bê dayîn. Ji bo azadiyê yekane tişta divê bê kirin ev e. An jî em ê negihêjin azaidyê, wekê din rê tuneye. Em nikarin di navberê de bisekinin. Hikûmeteke nû jî wê ji bo jinan tiştekî din neke. Ji bo jinên girtî jî heman tişt derbasdare. Ji ber vê li eniyên pêş yên faliyet û şoreşan cih girtin teqez peywira jinan e. Ji ber em hemû jin di seranserê cîhanê de cuda tên dîtin, li plana dawî tên hiştin.
 
"Ji yekitiya Beluç û Kurdan ditirsin. Ji şoreşa jinê ditirisn. Ji ber vê jî hewl didin ku her kesî bigirin. Dewriyeyê polîsên ahlaqê zêde kirine."
 
* Piştî mirina Reîsî û serhildanê li Îranê guherînek heye gelo bi taybet jî alî jinan de?
 
Na ez bawer nakim biguherin. Reformên biçûk ji bo çewisandinê dikin. Dixwazin mirovan bêdeng bikin lê teqez azad nakin. Mînak ji civaka kurd gelek wê pozîsyonên deshtilatdariyê tercîh bikin, lê ev bi rastî jî nebin xwedî desthilatdarî. Ji bo Gelê Kurd wê rewş neguhere. Ji bo gelê Beluç, Bahî, Yarsa, Azaerî jî wê rewş neguhere. Bi qasî ku wan biçewisînin wê bidin. Ligel vê mirina Îbrahîm Reîsî rejîm xist zehmetiyê. Gelek kesî digot Ayetullah bimre wê Îbrahîm Reîsî bikeve şûna wî û vê mirinê li welat îstîtkrar xera kir. Ev ji bo rejîmê demek ne xweş bû. Ji ber di ser serdhildanan jinan de du sal derbas bû. Têkoşîn xurt bûye. Ji yekitiya Beluç û Kurdan ditirsin. Ji şoreşa jinê ditirisn. Ji ber vê jî hewl didin ku her kesî bigirin. Dewriyeyê polîsên ahlaqê zêde kirine. Hewl didin gel biçewisînin.
 
* Piştî serhildanên tevgerên jinan yên nû û rêxistinên nû hene. Ger hebin ev kîjanin?
 
Me meha sibatê de li Swîsreyê konferansa jinan a yekbûyî pêk anî. Gelek kom û rêxistin hatin gel hev û roj bi roj berfireh dibe. Ji ber vê pêşketinê gelek kêfxweşim. Lê ev tenê wateyê ku em bûne yek. Hebûna civakbûnên me baştire. Kurd bi vê  bawer dikin. Ji ber kurdên Rojhilat, PJAK û KJAR bi konfederalîzma demokratîk bawer dikin. Ev piraniyê bawer dikin û ev jî tiştekî erêniye. Meha pêş wê li Berlînê konferansek pêk bê. Çiqas rêxistin û nûnerên jinan tevli bibin evqas baş e. Em ê evqas hev bibînin û fikr bi hev parve bikin. 
 
"Gelek jin tenê li ser jin û jiyanê disekinin. Belê jin jiyan û azadiyê dixwazin. Jin hîmê esas yên civakê ne."
 
*Dirûşmeya ‘Jin jiyana azadî’ li her derê deng dide? Sedema wê çiye, çima evqas esas hat girtin?
 
Mijar ev e ku dirûşmeya ‘Jin jiyan azad’i’ girêdayê Tevgera Azadiya Kurd e. Sê wateyên vê dirûşmeyê hene. Jin,  jine. Jiyan balê dikşîne ser ekolojiyê. Azadî jî rizgariya ji serdestiya mêr e. Wateya vê dirûşmeyê ev e. Ev dirûşme di Tevgera Azadiya Kurd de jiya û gelek kes vê dibîne û fikrên xwe li ser ava dikin. Hinek fikr erênî ne. Gelek jin tenê li ser jin û jiyanê disekinin. Belê jin jiyan û azadiyê dixwazin. Jin hîmê esas yên civakê ne. Ji ber vê jî dikarin her sê gotinan bi hev girê bidin. Ev wê hîn xurtir û baştir be. 
 
* Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kirin ku wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinan. Dîmenên ku ev nîşanê me didin, ji bo jinan peyam çiye? Dirûşme ji me re dibêje çi?
 
Bawerim wek Pexşiyanê jî gotiye, em di okyanusê de dilopek in. Wek globa jin pêlin û yên guherînê bînin jî ew in. Bi dehan okyanusên mezin. Di encamê de birêz Abdullah Ocalan di gelek mijarî de mafdar bû û bi taybet jî di mijara ku ev dem wê bide dema şoreşa jinê de. Me ev di bilindbûna YPG û YPJ’ê de dît.  Me ev bi avabûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît. Welatên Rojava gotin qey ev çewisandine û felsefe tengezar kirine. Lê me dît ku ev dirûşme di 2022’yan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketiye û di asta global de niha li her kolanê ji aliyê mirovan tê berzkirin. Bi gelek zimanî, Fransî, Îspanyolî û gelekên din tê berzkirn. Ez ji jinan re dibêjim ku ev şansê we yê ku hund dikarin qadê civakê biguherin. Wek fermandareke di artêşê de ne hewceye hûn tiştekî mezin bikin.Tenê hûn dikarin bi rêxistinê vê bikin. Ev gav wê guherînek mezin biafirînin. Ev qad vebûye. Divê yekitî hebe û ger hebe em ê biserkevin. Wek Pexşiyanê jî gotiye, yên guherînê bînin em in.