Tecrîd û êrîş hat protestokirin

  • 22:17 14 Îlon 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Îşkenceya tecrîdê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li kantona Tebqayê hat protestokirin.
 
Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Tebqayê ji bo şermezarkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dirûşma ׳bi hevgirtinê em bendên îmraliyê bişikînin û Rêber Apo azad bikin׳ meşeke girseyî li dar xist.
 
Di meşê de gelê Tebqa, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên wê, Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û Meclisa Malbatên Şehîdan beşdar bûn.
 
Meş ji pêş Parka Şehîd Hevrîn Xelef heta ber bi avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan çû. Li wir daxuyaniyek ji hêla hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan û Gaziyan a kantona Tebqa Foza Mihemed ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin di ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re zêdetirî 25 sal derbas bûne û wiha hat gotin: “Armanca komployê gelê Kurd negihîne hêviya xwe ya azadiya li ser xaka xwe Kurdistanê, keç û xort berê xwe nedin çiyayên berxwedanê û Kurdistan mêtinger û parçekirî bimîne. Ev komplo ji bi awayekî plankirî ji bo pêkanîna berjewendiyên hêzên cîhanê û herêmî yên kapîtalîst û neteweperst hat pêkanîn ku rastiyên dîroka gelê Kurd berevajî bikin û reş bikin.”
 
Di daxuyaniyê de berdewama komployê, tecrîd û her wiha bêdengiya rêxistinên mirovî û yên têkildarî mafên mirovan hatin şermezarkirin.Her wiha hat gotin ew ê li ser şopa û fikra Abdullah Ocalan bin, dev ji berxwedana li dijî faşîzmê bernadin û têkoşîna xwe mezin bikin.
 
Di dawiyê de kevokên aştiyê hatin berdan û dirûşma ׳Bijî biratiya gelan׳ û ׳Bê Serok Jiyan Nabe׳ hatin berzkirin.