Meclîsa Jinan a MSDʹê têkildarî rola siyasî ya jinan panel lidarxist

  • 21:01 14 Îlon 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Meclîsa  Jinan a MSDʹê li bajarê Tebqayê bi sernavê ʹNêrîna jina Sûriyeyî di beşdariya siyaseta aktîf deʹ panelek lidarxist.
 
Li kafeterya Şemis a Tebqayê bi beşdariya endamên rêxistinên jinan ên kantona Tebqa, Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Konfedraliya Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê panelek hat lidarxistin.
 
Seroka Meclîsa Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya kantona Rebqa Sebah Xelîl mijara yekemîn a li ser beşdariya siyasî ya aktîf û helwestên biryardayînê bi rê ve bir. Sebah behsa astengiyên li pêşberî jinan, ji nebûna ewlehî, koçberkirin, nebûna nasname û tevlêbûn, tundî, nijadperestî, berpirsiyariyên malbatî, têkbirina têkiliyên civakî û mafê jinê di dengdayînê de kir. Sebah got ev hemû li pêş beşdariya siyasî pirsgirêk in. Ger jin di biryardayînê de cihê xwe bigirin dozeke girîng a pêkanîna edalet û wekheviyê ye.
 
Beşdaran li ser mijara yekemîn nîqaş kir û got Şoreşa 19ʹê Tîrmehê ji jinan re gelek destkeftî pêk anîn, cihê wê di biryardayîn û aliyê siyasî de xurt kir. Bi saya şoreşê jin hevgirtî bûn û pirsgirêkên xwe yên asê çareser kirin û rola xwe di aliyê siyasî de aktîf kir.
 
Rêvebera Meclîsa  Jinan a MSDʹê ya şaxa Helebê Zeyneb Qenber mijara duyemîn bi rê ve bir. Zeynebê behsa astengiyên siyasî yên li pêşberî xebata jinan kir. Zeyneb got ji wan astengiyan siyasî, qanûnî, nebûna nêrîneke stratejîk bo geşkirina jinan di aliyê siyasî û lawaziya rêvebirina siyasî ne.
 
Di dawiyê de encamname hat dayîn û wiha ye: “Xebitîn û hevkariya di navbera rêxistinên girîngiyê didin kar û barên jinan li tevahî herêmên Sûriyeyê, koordîna û pevguherîna pisporî û tecrûbeyan ji bo dîtina zemîneke hevbeş bi armanca piştgiriya dozên jinan, xurtkirina kapasîteyên jinan, xurtkirin û piştgiriya beşdarbûna wê di navendên biryardayînê de, lidarxistina atolyeyên der barê qanûnên girêdayî biryarên siyasî yên têkildarî jinan, veguhastina tecrûbeya jinan a li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li tevahî herêmên Sûriyeyê.”