Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar 24 roj in didome

  • 16:41 14 Îlon 2024
  • Rojane
ENQERE - Rêxistina DEM Partî ya Rihayê serdana "Nobeda Edaletê" ya Emîne Şenyaşar kir. 
 
Emîne Şenyaşar a di 14’ê hezîrana 2018’an de du kurên wê û hevjînê wê ji hêla parastvan û xizmên Parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatiye qetilkirin û kurekê wê hatiye girtin di roja 24’yemîn de çalakiya xwe ya "Nobeta Edaletê" domand. 
 
Emîne Şenyaşar di çalakiya xwe de dovîza li ser “Edalet” dinivîsand hilgirt û dest bi çalakiya xwe kir.
 
Emîne Şenyaşar û kurê wê di heman demê de Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê Ferît Şenyaşar tevlî çalakiyê bû. Her wiha rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê jî ji bo piştevaniyê serdana Emîne Şenyaşar kir.