Di lêpirsîna Narîn Guran de hejmara girtiyan derket 11'an

  • 09:20 14 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
AMED - Di lêpirsîna Narîn Guranê de hejmara girtiyan derket 11’an.
 
Lêpirsîna têkildarî Narîn Guran a 8 salî ku di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê girêdayî navçeya Rezan a Amedê winda bû û piştî 19 rojan cenazeyê wê hate dîtin berdewam dike. Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de R. Atasoy ê 15 salî ku bi şertê kontrola edlî hatibû berdan dîsa hate binçavkirin. R. Atasoyê piştî îfadeya li cendermeyê sewqî Edliyeya Amedê hate kirin, piştî îfadeya dozgeriyê ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sulh a Nobedar ve hate girtin.
 
Hejmara girtiyan derket 11'an
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji bo faîlên Narîn Guran a hatiye qetilkirin hatiye destpêkirin de hejmara girtiyan derket 11’an. Dayikê Narînê, Yuksel Guran û kekê Narînê Enes Guran, dotmama Narînê, Bîrsen Guran, xizmê wê Muhammet Kaya, apên wê Salîm û Fûat Guran, jinapa wê Maşallah Guran, karkerên Salîm Guran; Mehmet Salîm Atasoy, hevjînê meta Narînê; Mehmet Şevîk Kaya û herî dawî R. Atasoy (15) hatin girtin.