Serhildana ku sînor derbas kirin (3)

  • 09:03 14 Îlon 2024
  • Dosya
Leila Saadati: Dawiya şeveke tarî her tim ronahî ye
 
Melek Avci
 
ENQERE - Piştî qetilkirina Jîna Emînî, tişta li pey ma qêrîna jinan a azadiyê ya ‘jin jiyan azadî’ bû. Hikûmetê li dijî vê serhildana ku got wê dawiya wan bîne, dadgerên darvekirinê xistin  dewrê.
 
Ji bo hemû jinên cîhanê meha îlonê êdî wek meha global a agirê ‘jin jiyan azadî’ bilind dibe dertê pêş me. Rêxistinên jinan di esasê vê dirûşmeyê de ji bo azadiya jinê û civaka azad ava bikin, bername, çalakî û nîqaşan pêk tînin.
 
Îlona 2022’an Tehran
 
Du sal berê di meha Îlonê de jinek Kurd li payitextê Îranê Tehranê hat qetilkirin. Jîna Emînî ku ji bo serdana xizmên xwe çû Tehranê ji aliyê polîsên Ahlaqê ve bi hicneta "baş serê xwe negirtiye" di 13’ê îlona 2022’an de bi îşkeneyê hat binçavkirin û di binçavan de hat qetilkirin. Rojnameger Nîloofar Hamedî bi veşarî çû nexweşxaneyê û wêneyê Jînayê ku îşkence dîtibû kişand û rastî derxist holê.
 
Felsefe ji Kurdistanê veguhestin  Îranê
 
Piştî rastiyê jin daketin kolanan û meşaleya “jin jiyan azadi (women life freedom)” pêxistin. Ev agirê li Kurditanê hat pêxistin li her derê cîhanê belav bû. Ji Îranê heta Ewropayê ji Asyayê heta Afrîkayê.
 
Di yekemîn salvegera komkujiyê de  komara îslamî ya Îranê li dijî gelê ku daket kolanê zext û îşkence pêk anî û hewl da çalakiyan biçewisîne. Jin tenê bi kolanan sînor neman, li her qadê laçikên xwe derxistin û wek alên azadiyê di destên xwe de liba kirin..Jinan porên xwe jêkirin û avêtin ber hikûmetê. Jinan dizanibûn bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ mijar ne tenê por e.
 
Pêngavên hikûmetê yên li dijî şoreşê
 
Hikûmetê li dijî jinan rêbazên îşkenceyê bi kar anîn. Hem li kolanan hem li girtîgehan vê hîn jî bi kar tîne. Komka Pisporan a serbixwe da zanîn ku îsal li Îranê hejmara înfazan 15 jê jin ji 400’î zêdetir e û hejmara darvekirina bi xof hatibû rojevê. Di meha Tebaxê de 81 kes hatin darvekirin. Di meha Tîrmehê de jî 45 kes hatibûn darvkirin. Rêxistina mafên mirovan got di meha Tebaxê de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 10 aktîvîstên jin hatine binçavkirin, 6 jê Kurd 11 heb 40 sal û 5 meh û 22 roj ceza li wan hatiye birîn.
 
Wek rêbaza çewisandinê darvekirin
 
Li gorî rapora Mafên Mirovan a Îranê(IHR) ya navenda wê li Swêdê ye û Li dijî Cezayên Darvekirinê bi Hevre (ECPM) ya navenda wê li Parîsê, raporek amade kirin û diyar kirin ku sala borî 834 înfaz pêk hatine, darvekirin li gorî sala 2022’an ji sedî 43 zêde bûne. Li gorî raporê sala aborî herî kêm 22 jin hatine dervekirin û ev darvekirin hejmara herî zêde a 10 salên dawî ye. Li hember girtiyên siyasî û her wiha yên edlî û her wiha piştî çalakiyên Jînayê li civakê ev wek rêbaza çewisandinê hat bikaranîn. Li gorî raporên rêxistinên maf piştî çalakiyan hejmara binçavkirinan zêde bûye.
 
Li dijî cezayên darvekirinê kampanya
 
Tevî hemû zextan jin şûnde gavê navêjin. Li dijî biryara darvekirina rojnameger Şerîfe Muhemedî û Peşxan Ezîzî di 12’ê tebaxa 2024’an de kampanya ‘ji darvekirinê re na’ hat destpêkirin û ji her derê cîhanê bi giştî 36 hezar û 398 Îmze hatin komkukirin û şandin 14 saziyan. Girtiyên jin yên ceza li wan hatine birîn jî ji bo piştgiriya hevalên xwe derketina dadgehan protesto kirin. Yek ji van jî endama KJAR’ê Werîşe Muradî bû. 
 
Berxwedanên sêşemê yên li girtîgehan
 
Li dijî darvekirinan li gelek girtîgehên Îranê her sêşemê bi dirûşma"ji darvekirinan re na" çalakî tên meşandin û girtî dikevin greva birçîbûnê.
 
Cezayên hucreyê, îşkence
 
Hikûmeta ku hemû alavan dike dewrê li girtîgehan pergala îşkenceyê didomîne. Li koxuşên jinan, ji astengkirina mafê tenduristiyê bigirin heta gelek hewceariyên sereke astengî heye. Jinên li dijî vê çalkaiyan pêk tînin, gardiyan bi ser koxuşên wan de digirin û îşkenceyê li wan dikin. Tundiyê li jinan dikin û cezayên hucreyan dibirin.
 
Nikarin pêşî li tevgera civanan bigirin
 
Şoreşa  bi  qetilkirina Jînayê re dest pê kir, tevgera ciwanan jî hişyar kir. Ji roja qetilkirina Jînayê heta îro tevgerên ciwanan li zanîngehan, li dibistanan û heta li dibistanên seretayî çalakî xistin dewrê. Xwendekarên jin bê laçik ketin dersan, ders boykot kirin û li kampusan meş pêk anîn. Tevî hemû êrîşan ciwan nesekinin. Li gorî daneyan di sê salên dawî de bi dehan xwendekar ji dibistanê haitne avêtin. Xwendekra doktorayê Shagaîg Akbarî çar deman ji dersê hati men kirin. Di 4’ê Adara 2023’an de  bi çekên kîmyewî êrîşê dibistaneke keçan hatibû kirin.
 Lê tevî vê berxwedana ciwanan mezin bû.
 
‘Jiyana pê bawer dike li vir didomîne’
 
Jinên li girtîgehan li ber xwe didin jî bi nameyan diyar dikin ku wê komara îslamî ya îranê bi zext û êrîşan encamê negire. Hevalên Şerîfe Muhemedî yên pê re di heman koxuşê de dimînin wiha dibêjin: “Em 14’ê Tîrmeha 2024’an de hatin girtin û em birin girtîgeha Lakan.  Çavê me li Şerîfayê digeriya. Cezayê darvekirinê li Şerîfayê hatibû birîn.  Rûyê wê yê narîn û zindî, li pişt hesinanan bû. Ji bo em wê hembêz bikin me hewl da ewraq  temam bibin. Cezayê darvekirinê hemû cîhanê matmayî hişt. Şerîfa bi dengekî bi bandor yê jiyanê dide mirovan tê bihistin. Xwendinê fêrî kesekî dike, bi kesên tên re diaxive, bi kar û barên hevalên xwe re eleqeder dibe, çîrokan bi sebir guhdar dike. Ji bo hewcedariya hevalên xwe bi dildarî dixebite. Şerîfe bi jiyana ku bawer dike dixebite. Girtiyên din yên koxuşên din bi coş tên serdna wê.  Her kes bi wê re sohbetê dike. Şerîfe ji bo her kesê dibe alîkar. Ji bo vê cezayê ku li vê jiyanê hatiye birîn, lanet be. Em carnan ji xwe dipirsin, dadgerê ku ceza birî gelo evqas şerm dike?”
 
Sibehê: Aktivista KJAR'ê Aso Kamali: Felsefeya ku Rojava dibêje qey tepisandiye, belav dibe!