Cenazeya jina ku 5 meh bû windabû hat dîtin

  • 18:54 12 Îlon 2024
  • Rojane
KONYA - Jina bi navê Çîgdem E ku 5 meh bû li Konyayê winda bû, li baxçeyê mala wê bi awayekî çalkirî hat dîtin. Der barê bûyerê de 5 kes hatin girtin.
 
Li navçeya Karatay a Konyayê li taxa Nakîpoglu  li baxçeyê malekê cesedê jina bi navê Çîgdem E çalkirî hat dîtin. Li gorî agahiyên hatingirtin Çîgdem E. 5 meh bû winda bû.
 
Di lêpirsîna der barê bûyerê de dihat meşandin de 4 gumanbarên Afgan hatin binçavkirin û hat hînbûn ku gumanbaran qetilkirina Çîgdem E. Îtîraf kirine.
 
Ji Walîtiyê daxuyanî
 
Di daxuyaniya ku Walîtiyê daye de hat diyar kirin ku di 18’ê Gulana 2024’an de R. K serî li Amîriya Navenda Polîsan a Godenê kiriye û gotiye keça wê ya bi 35 salî Çîgdem E. di 17’ê Gulanê de gotiye ‘ez diçûm sûkê’ û ji malê veqetiyaye û xwe nagînin keça xwe.