Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 22'yan de ye

  • 16:21 12 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
ANKARA - Emîne Şenyaşar a li meclisê çalakiya xwe didomîne xwest lawê wê Fadil Şenyaşar serbest bê berdan.
 
Emîne Şenyaşar a di 14’ê hezîrana 2018’an de du kurên wê û hevjînê wê ji hêla parastvan û xizmên Parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatiye qetilkirin û kurekê wê hatiye girtin di roja 22’yemîn de çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê domand. 
 
Emîne di çalakiya xwe de dovîza li ser “Edalet” dinivîsand hilgirt. Emîne destnîşan kir ku yên malbata wê qetil kirine, li derve serbest digerin û banga berdana kurê xwe dubare kir.