Daxuyaniya 12'ê Îlonê: Bi 12’ê Îlonê re hevrû bibin

  • 14:20 12 Îlon 2024
  • Rojane
   
AMED - Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê diyar kir ku di 12’ê Îlonê de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê îşkenceyên li dijî mirovahiyê hatine kirin û banga hevrûbûnê kir.  
 
Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê bi boneya 44’emîn salvegera Darbeya 12’ê Îlonê li pêşiya Girtîgeha Amedê ku îşkenceyên giran lê hatibûn kirin û berxwedaneke mezin lê hatibû raberkirin, daxuyanî da. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Serokê Komeleya Piştevaniya bi 78’an re û Lêkolînê ya Amedê Ahmet Ertak û ya bi tirkî jî Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz xwend. Di daxuyaniyê de pankartên “Bila Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 Bibe Muzeya Gelan” û “ Em dixwazin bi darbeya leşkerî re hevrû bibin. Em hemû darbeyan şermezar dikin.” hatin hilgirtin. 
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
“Îro salvegera 44’emîn a Derbeya Leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’ê ye ku yek ji derbeya herî bi jan û lekeya reş e di Komara Tirkiyeyê de pêk hatiye. 44 sal berê rojekî mîna îro di 12’ê îlonê de derbeya leşkerî rû da. Ne tenê li dijî pergala siyasî ya wê serdemê, di heman demê de li ser hemû aliyên civakê, bi kûrahî û berfirehî bandor kir. Demokrasî, mafên mirovan ji binî ve ji holê rakir. Bi îlankirina derbeyê re êdî bêhiqûqî, darizandin, îdam, îşkence û sirgûnan dest pê kir. Hemû partiyên siyasî, saziyên civakî bi awayeke dijdemokratîk hatin desteserkirin û girtin; li ser civakê wisa bû ku birînên qet dê nayên dermankirin çêbûn.
  
Berpirsiyariya kes û saziyên ji demokrasiyê bawer heye ku divê ji rojên reş ên derbasbûyî dersan bigirin, demokrasiyê xurt bikin, serweriya hiqûqê pêk bînin û mafê mirovan biparêzin. Herçend hewldana hesabpirsîna ji berpirsên 12’ê Îlonê yên çalak hebe jî; ji pêkanîna edaleteke rasteqîn dûr ma û negihişt çi encamekê jî. Li gel ku bi ser re ev çend dem derbas bûye jî hevrûbûneke rast û hesabpirsîneke cidî çênebûye. Rejima 12’ê Îlonê hê jî bi hemû sazî û dezgehên xwe ve li ser kar e. Ji ber bi Derbeya 12’ê Îlonê hevrûbûn û hesabpirsînek çênebû, Tirkiye di 15’ê tîrmehê 2016’an de bi hewldana derbeyeke din re rû bi rû ma. 
  
Piştî vê hewldana derbeyê, hemû mafên bingehîn ên azadiya mirovan (ku ji xwe pir qels bû) yê hebû jî ji dest wan hat stendin. Çi heyf û mixabiniyeke ku hê jî Tirkiye bi makezagonên wê serdemê tê birêvebirin. Berhemên derbeyê wek saziyên bi navê YOK û RTUK di roja me ya îro de jî hebûna xwe didomînin; di serdema derbeyê de mafên sendîka û rêxistinbûniyê ku ji dest hatibû stendin hê jî didome. Dîsa wek berhemê derbeyê ku ji bo pêşîlêgirtina kurdan bikevin siyasetê benda hilbijartinê anîbû. Piştî ew bend jî hat derbaskirin vêcarê jî girtina partiyên kurdan anîn rojevê. Der barê siyasetmedarên kurdan de qedexebûn û gefa girtina wan xistin meriyetê. Ev gef hê jî didome. 
 
Li gel ku bi avabûna komarê re rê li ber gel û çandên cuda hatibû girtin jî, bi wê feraseta 12’ê Îlonê re hê zêdetir ew pirsgirêkên heyî kûrtir kirin. Gelek pirsgirêk hatin afirandin û bû sedemê binpêkirina mafê mirovan ku hê jî didome. Her ku çû welêt ji rêgez û seretayên navnetewî yên gerdûnî wek mafekî demokratîk hatin dûrxistin. Zagonên dijdemokratîk li hemberî siyaseta kurdan bikar tînin. Bi rewakirina qeyûman mafê bijartin û hilbijartinan, vîna kurdan a azad ji dest wan hat stendin. Darizandineke adilane ji holê rakirin. Mafên herî bingehîn ên weke xweîfadekirin û bi rêxistinkirinê çewisandin, zextan li ser dikin. Nahêlin xwe îfade bikin. Bi vê re her ku diçe pirsgirêkên heyî zêdetir û kûrtir dibin. 
  
Li şûna ku pirsgirêka kurd bi rêya demokrasiyê û aştiyê were çareserkirin, her ku diçe ji vê çareseriyê dûrtir dikevin. Pê re jî bi ‘Polîtîkayên ewlekariyê’ neçareseriyê ferz dikin. Israra di vê polîtîkayê de bi xwe re tundî û dijwartirîn binpêkirina mafê mirovan tîne. Civakê ji hêvî û daxwaza wan ya jiyaneke bihevdu re di nava aştî û aramiyê dûr dixîne. Welat; bi van polîtîkayên wiha dijdemokratîk, bi rêbazên zext û çewisandinan hêj pirtir asta aramiyê civakê dixîne. Ji ber vê; tenê bi hiqûqên gerdûnî, girêdayî zagonên wê ve bi awayeke demokratîk û wekhev, bi feraseta rêveberiyeke pirhêjmarî, bi hevrûbûna hemû cureyên derbeyan re, bi feraseteke ku li hemberî hemû sazî û dezgeyan re bikaribe hesab bide û bistîne gengaz dibe.
  
Em wek sazî û endamên Platforma Piştgirî û Parastina Bajar ya Amedê, dixwazin ku bi Derbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê re hevrûbûnek çêbibe da ku rêya çareseriya meseleya kurd bi awayeke demokratîk vebike û ji aştiya civakî re bibe alîkar. Gava ewil a hevrûbûnê jî ev mekane ye ku em niha li ber deriyê wê ne. Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê yek ji sembolên wê demê ye. Em dixwazin ev der bibe muzeyek û em dixwazin di xebat û amadekirina vê muzeyê de şahidên wê serdemê û saziyên sivîl bi awayeke çalak tê de cih bigrin.  
  
Par, me bi şandeyeke re serdana partiyên siyasî, odeyên pîşeyan, saziyên rêxistinên sivîl û sendîkayan kir. Ew ziyaret kirin û rêzehevdîtinek jî me pêk anîbû. Encax ev merheleya em gihiştinê, xebatên der barê muzeyê de hatine kirin tenê di bin banê Wezareta Çand û Turîzmê de ku saziyên sivîl ên rêxistinî nayên tevlêkirin didome. Em bawerin ku dê tiştên di vê Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5’ê de rû dane, ew wehşetên hatine jiyîn ji bo fêrbûn û serwextkirina nifşên pêşeroja dê kêm bimîne.
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.