Lêpirsîna Narîn Guran: Mele dest dirêjî zarokekê kiriye

  • 13:09 12 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
AMED - Derket holê ku meleyê Gund R.K. ê ku di dosyaya Narîn Guran de hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan, dest dirêjî zarokekê kiriye.  
 
Li Taxa Çûlî ya Rezana Amedê di 21'ê Tebaxê de Narîn Guran a 8 salî winda bûbû û di 8'ê Îlonê de jî cenazeyê wê li robara  Egertutmaz hatibû dîtin. Piştî otopsiya Saziya Tipa Edlî ya Amedê cenazeyê Narînê di 9'ê Îlonê de li goristana gund hat veşartin. Bi çarçoveya girtina apê Narînê Salîm Guran de 24 kes hatibûn binçavkirin û ji vana Nevzat Bahtiyar, hat girtin. Bi heman çarçoveyê meleyê gund Huseyin Guran û hevjîna apê Narînê ya duyem hatibûn binçavkirin û piştre mele hatibû berdan. 
 
Di lêpirsîna Narîn Guran de hinek hurguliyên nû derketin holê. Hat diyarkirin ku meleyê gund R.K. berê dest dirêjî zarokekê kiriye û hatiye girtin. 
 
R.K. jî hatibû binçavkirin lê piştre hatibû berdan.