ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2024'AN

  • 09:00 12 Îlon 2024
  • Rojev
 
*Serhildana ku bi qetilkirina Jîna Emînî re destpê kir bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ sînor bezand û li cîhanê bû dengê azadiyê. 
 
*Ji Rêveberiya Meclisa Wargeha Berxwedan a penaberan Kifyet Koto derbarê rewşa wargehên ku koçberên Efrînê lê têkoşîna jiyanê didin wiha got:”Niha li wargehan êrişên dewleta tirk û dorpêça hukumeta Şamê dewam dike. Lê belê tevî zehmetiyan jî berxwedana koçberên Efrînê jî dewam dike.” DÎMEN HEYE 
 
* Parlamentera berê ya HDP’ê Tugba Hezar der barê tundiya mêr dewletê de nirxandin kir û da zanîn ku tundiya mêr dewletê dixwaze jinan heps bike û wiha got: “Têkoşîna jinên kurd li Tirkiyeyê cesaeretê dide jinan. Ji ber ku em behsa berxwedana bi mirina xwe dikin. Jinên Kurd destkeftiyên xwe bi berxwedana xwe, bi mirinê bi dest xistine. ” DÎMEN HEYE 
 
*Jinên tevli panela ‘şer, xizanî û çareseriya demokratîk’ bûn, diyar kirin ku ji ber ku di aştiyê de bi israr in, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan gavek girîng dibînin û wiha gotin: “Şer dibe sedema canê Kurdan, bi gelê Tirkiyeyê jî krîza aborî dide jiyîn. Ger aştî pêk bê û Kurd bigihêjin armanca xwe wê Tirk jî rizgar bibin.” DÎMEN HEYE 
 
*Jinan der barê qetilkirina Narîn Guran de axivîn û gotin: “Dewletê bixwesta ji roja wil de ev bûyer derdixist holê. Lê nekir. Xuyaye her tişt girêdayê hev e. Wê vê mijarê jî wisa bigirin. Dewlet û malbatê bi hevkarî bi destê HUDA-PAR’ê ev zarok qetil kirin.  DÎMEN HEYE