Dê JINKART di Cotmehê de bê belavkirin

  • 10:44 11 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
AMED - Belavkirina JINKART a ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji bo jiyana jinan hêsantir bike, di meha Cotmehê de dest pê dike. 
 
Serlêdanên pêşîn ên ji bo serlêdana JINKART’ê ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji bo hêsankirina jiyana rojane ya jinan, di 26’ê Tebaxê de li ser înternetê dest pê kir û di 9’ê Îlonê de bi dawî bû. Ji navenda bajar û navçeyên derve 8 hezar û 820 jinan serlêdan kir.
 
Serlêdanên destpêkê yên ji bo JINKART'ê ku dê ji jinên di navbera 18 û 64 salî de re  bê dayîn, ji aliyê komîsyona ku di nav de Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel, Civakî jî di nav de ye, tên lêkolînkirin.
 
belavkirin di meha cotmehê de ye
 
Piştî ku serîlêdanên pêşîn yek bi yek bêne lêkolînkirin, dê encam bi rêya onlîne û bi SMS-ê were ragihandin. JINKART dê ji bo jinên ku şert û mercên wan ên ji bo serlêdanê guncavin bê dayîn.
 
Serlêdana JINKART dê di serî de jinên 18-64 salî yên ku hatiniya wan tune be. Ji JINKARTê wê mehê 90 siwar bûn li kartê bê barkirin. Herwiha kesên ku ev kart ji wan re bê dayîn dê bikaribin ji sedî bîst bi awayekî kêm ji tesîsên girêdayî şaredariyê jî sûdê bigirin.