ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2024'AN

  • 09:00 11 Îlon 2024
  • Rojev
 
*Yasemîn Kardaş ku ji bo hewcedariyên dibistanê yên du zarokên xwe 2 hezar û 270 TL xerc kir wiha got: “Zarokên me naçin dibistanên taybet diçin yên dewletê. Lê em her tiştî dikirin. Li dibistanan tenê pirtûk bê pere tên dayîn.” DÎMEN HEYE
 
*Dayika Aştiyê Ferîde Ozlu ku der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de xivî wiha got: “Mifteya aştiyê di destê birêz Abdullah Ocalan de ye. Em jî ji bo azadiya wî çi ji destê me bê em ê bikin. Kengê tecrîd bi dawî bû wê aştî bê vî welatî. Li vî welatî her tiştê xweş wê bi azadiya Abdullah Ocalan pêk bê.” DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Ozlem Gunel teksen da zanîn ku eşkerakirina daneyên dermankirina jîneolojîk yên jinên li nexweşxaneyên cemawerî sûc e û wiha got: “Dema jin diçe dermankirina jînekolojîk, bi bav an jî kesekî din re parvekirina encamên wê di alî hiqûqî de nayê qebûkirin.” DÎMEN HEYE