ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2024'AN

  • 09:00 10 Îlon 2024
  • Rojev
 
*Endama Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Nazmiye Acar têkildarî xebatên xwe ên ji bo jinan axivî û got, “Dema ku me şaredarî girt, di şaredariyê de navê jinê jî tune bû. Maseya me ya binefşî ya di warê tundiya li ser jinê de heye ku me di çarçoveya Midûriyeta Jinan de çêkiriye û ji wir serlêdanan em digirin. Em plan dikin ku Baxçeyên jinan ên bajêr vekin." DÎMEN HEYE
 
*Nûnera TÎHV'ê ya Wanê Sevîm Çîçek têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan axivî û diyar kir ku li girtîgehan pêkanînên keyfî û nehiqûqî hene û got, "Her kes û saziya ku pêşî li mafê tenduristiyê digire û erkên xwe pêk nayîne, hevparê van kuştinan e. Îşkence li Tirkiyeyê bûye wekî sepaneke rojane. " DÎMEN HEYE