Eren Keskîn: Narînê bû şahida bûyereke veşarî

  • 13:44 8 Îlon 2024
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENOL -Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn der barê dîtina cenazeyê Narîn Gûran de jî diyar kir ku li gorî min haya gelek kesên li gund ji bûyerê heye û wiha got: "Narîn bû şahidê tiştekî ku di civakeke girtî de divê nehata kirin û ji ber vê yekê jî dawî li jiyana wê anîne." 
 
Cenazeyê Narîn Gûran a ku di 21'ê Tebaxê de li Taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê ji qursa Qur'anê derket û agahî jê nehat girtin, 19 roj şûnde danê vê sibehê saet di 08.45'an de hat dîtin. Cenazeyê Narînê dûrî gund bi 1 û nîv kîlometre dûrî gund di çemekî de hat dîtin ku 3 caran li heman cihî lêgerîn hatibû kirin. Hat diyarkirin ku li ser îxbara hatiye kirin, di lêgerînê de cenazeyê Narînê di nava kîsekî de hatiye dîtin.
 
Li aliyê din Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn der barê Narînê de daxuyanî de li ser hesbê xwe yê X di 6 îlonê de got, "Tevî ku hin agahiyên me hene jî em li bendê ne. Ez dixwazim vê yekê bibêjim. Têkiliyên qirêj ên 'malbata we ya pîroz' li pişt windabûna Narînê ne. Dem wê were ku em jî biaxivin..." Eren piştî ku cenazeyê Narînê hat dîtin ji JINNEWS'ê re axivî.
 
Eren, anî ziman ku di dozên bi vî rengî de beşa herî girîng a qonaxên lêpirsînê prensîba "parastin zarokan e" û got ku ew di çarçoveya vê prensîbê de zêde naaxivin. Erenê, anî ziman ku pêwîstiya wan bi axaftinê heye li gorî agahiyên ku bi demê re girtine û wiha got: “Civaka ku Narîn lê dijî civakeke olî ye. Li gel ku gund cihekî ku herî zêde dengê xwe dide HUDA PARê ye, malbat malbateke xwedî nirxên feodal e. Îro şaşiyek eşkere heye, di darazê de pêşbîniyek heye. Ango mamê Narîn ku niha wek gumanbarê kuştinê hatiye girtin, yek ji wan berpirsên xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ye. Teknîk hene ku dikarin diyar bikin ka ev zarok mirî ye an sax e, ji DNA'ya ku di lêkolîna wesayîta mamê Narînê de hat bidestxistin, ku piştre bû gumanbar. Ez bawer im ku meqamê lêkolînê xwe gihandiye van agahiyan. Ger ev agahî hatibin desteserkirin, wê fermandariya cendirmeyan ku agahiyên şaş dan civakê wê bike kîderê? "Berê hefteyekê daxuyaniya fermandariya cendirmeyan ya 'Me bûyer ronî kir, em ê çareser bikin, di demeke nêz de em ê bigihêjin Narînê' hinekî civak rehet kiribû."
 
'Li gund gelek kesên ku bi bûyerê dizanin hene' 
 
Erenê, diyar kir ku li Fermandariya Cendirmeyan agahiyen rast nehatin dayî ü diyar kir ku der bare mijare de hin agahiyen wan hebûn, le ji ber qedexeya li ser lêpirsînê nikare vebêje û wiha domand: “Lê feraseta min ev e: Narîn bû şahidê tiştekî ku di civakeke wisa girtî de nedibû biqewime û ji ber vê yekê dawî li jiyana wê anîn. Bi baweriya min li gund gelek kes hene ku bi bûyerê dizanin lê ji ber hevparastinê naxivin. Hêvîdarim ku ev bûyera hovane, xwînxwar ku bû sedema mirina zarokekê bê ronîkirin û kes neyê parastin. Lê ez dixwazim vê jî lê zêde bikim: Careke din derket holê ku Peymana Stenbolê çiqas girîng e. Ji ber ku yek ji xalên herî girîng ên Peymana Stenbolê jî ev bû: 'Tu urf û adet nikare ji bo şîdeta li ser jinê bibe hincet.' Narîn li vir careke din dibe qurbana keneşopiya heyî. Hêvîdar im mirina Narînê her kesî hinekî rasttir bide fikirandin."